Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel ragihand ku bêyî Abdullah Ocalan tevgera siyasî ya Kurd nikare gotina dawî li ser çekdanînê bide û got: “Divê siyaset qada çekê dagire û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî di perwerde, çand û akademiyê de gav bi gav bên rakirin. Rejîma qeyûm ji holê rabe û pêşiya demokrasiyê vebe.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel têkildarî geşedanên siyasî û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medyascopê re axivî. Temel destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û di serdema nû de siyaset li şûna şer bibe bingeha çareseriyê.
Sîstema nû ya siyasetê û jinûve avakirina DEM Partiyê
Temel bal kişand ser hewldanên nûavakirina DEM Partiyê û destnîşan kir ku ev serdem bi awayê berê nameşe. Temel diyar kir ku pêdivî bi rêxistineke berfirehtir heye û got ku divê rewşenbîr, nivîskar, karker, lîberal û muhafazakar hemû di vê pêvajoyê de cih bigirin û awayê siyasetkirinê bi xwe jî biguhere. Temel rexne li tîfaqên heyî girt ku rasterast nagihêjin nav civakê û got ku hevkarî divê li ser pîvanên zelal werin avakirin. Temel diyar kir ku pîvana wan a hevkariyê dê li gorî nêzîkatiya aliyan a li ser demokrasiya herêmî, helwesta li dijî qeyûman, nêzîkatiya li ser ziman û çandê û prensîbên dewleta hiqûqê bê diyarkirin.
‘Hevdîtinên bi desthilatdariyê re nayên wateya tifeqê’
Têkildarî hevdîtinên bi desthilatdariyê re jî Temel ragihand ku axaftinên heyî ne hevkariyek an tîfaqek e. Temel diyar kir ku ew wek hêzeke siyasî daxwazên xwe dixin pêşiya her aliyî û armanca wan ne tevlîbûna desthilatê ye, lê parastina xeta xwe û firehkirina qada çareseriya siyasî ye.
‘Pêwistî bi tevgereke demokratîk heye’
Li ser mijara Komara Demokratîk jî Tayîp Temel anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê tenê hevkariyên hilbijartinê têrê nakin û pêwîstî bi demokratîkbûneke berfireh heye. Temel destnîşan kir ku Komara Demokratîk azadiya xweîfadekirinê ya hemû hemwelatiyan e û li hember blokên heyî hewcedarî bi tevgereke demokratîk heye. Têkildarî pêkhateyên tifaqa nû, Temel destnîşan kir ku divê tixûb ji nîqaşan re neyên danîn. Temel diyar kir ku Kurd, Tirk, Ereb, civakên baweriyê, jin, ciwan, karker û akademîsyen divê di nav vê torê de bin û pîvana sereke çareseriya demokratîk be.
‘Dê rêyên tevlêbûna siyasetê bên vekirin’
Temel diyar kir ku hemû şer diqedin û xala krîtîk rawestandina şer û dagirtina qada çekan a ji aliyê siyasetê ve ye. Temel teqez kir ku tenê çekdanîn têrê nake û divê zemînek bê afirandin ku mirov ramanên xwe bi rêyên hiqûqî û demokratîk bînin ziman. Temel destnîşan kir ku divê qanûn garantiya vegera li siyasetê bidin kesên çekan datînin. Temel anî ziman ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî bibin bingeha hiqûqa navxweyî û pîvanên mafên mirovan werin parastin.
‘Azadiya Ocalan mijara sereke ye’
Temel azadiya Abdullah Ocalan wekî yek ji sernavên sereke yên pêvajoyê nirxand û destnîşan kir ku ev mijar ne tenê kesane ye. Temel ragihand ku bêyî Öcalan tevgera siyasî ya Kurd nikare gotina dawî li ser çekdanînê bide û ji bo vegerê û aştiyê merceyê sereke Abdullah Ocalan e.
‘Siyaseta înkarkirinê têk çû’
Temel diyar kir ku siyaseta înkarkirinê têk çûye û divê Kurd bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn. Temel anî ziman ku ew parastina nasnameyê û çareseriyên veqetîner ji hev cuda dibînin û ji bo hebûna nasnameya Kurd hewcedarî bi dewletekê nîne. Li ser mijara neteweperestiyê, Temel bi bîr xist ku ezmûnên dîrokî nîşan dane ku modelên navend-dewletê çareseriyê nanînin. Temel destnîşan kir ku ji bo wan a girîng ast û rêjeya demokratîkbûna civakê û tevlîbûna biryaran e.
‘Divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
Têkildarî astengiyên li ser Kurdî jî Temel diyar kir ku Kurdî divê di perwerde, çand, akademî û jiyana giştî de pêş bikeve. Temel ragihand ku astengiyên li pêşiya saziyên Kurdî divê gav bi gav bên rakirin û siyaseta ziman wek bernameyeke demokratîkbûnê ya demdirêj bê meşandin.
Temel daxuyand ku divê pêkanînên qeyûman bi dawî bibin û îradeya bijartî bê parastin. Temel destnîşan kir ku xurtkirina rêveberiyên herêmî dewletê qels nake, berevajî vê yekê pêbaweriya civakê xurtir dike.
‘Ji bo şikandina tabûyan divê Ocalan bi civakê re biaxive’
Têkildarî xetereyên li pêşiya aştiyê, Temel bal kişand ser neamadekirina civakê û diyar kir ku divê zimanê şer di hişê mirovan de bê guherandin. Temel got ku divê hemû partî û aliyên siyasî bingeha civakî ya aştiyê amade bikin. Temel destnîşan kir ku ji bo şikandina tabûyan divê Ocalan bi çapemenî, akademî û civaka sivîl re rasterast nîqaşan bike. Temel anî ziman ku rêya çareseriyê ne propaganda, lê nîqaşa vekirî û qanihkirina hevdu ye.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Temel ragihand ku pêkanîna van daxwazan mimkun e û berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê siyasete. Temel destnîşan kir ku erka wan a sereke derbasbûna ji şer ber bi siyasetê ve mayîndekirin e û nûavakirina DEM Partiyê jî dê ji bo afirandina vê zemîna nû xizmetê bike.













