Çewlîg – Şêniyên mezraya Alavûza ya gundê Alpîranê ya Kanîreşa Çewlîgê bal kişandin ser pirsgirêkên binesazî, rê û dibistanê û gotin: “Dewlet ji ber ku me deng daye DEM Partiyê xizmetê nade me. Gund êdî ji ber pirsgirêkan hat asteke ku tede nayê jiyîn.”
Şêniyên mezraya Alavûza ya gundê Alpîranê yê ser bi navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, bi pirsgirêkên binesazî, rê, dibistan re rû bi rû ne. Desthilata di çarçoveya polîtîkayên valakirina gundan de tevdigere xizmetên gundan paşguh dike. Taybetî gundên di hilbijartinan de dengên xwe nadin desthilatê rastî cihêkariyê tên, ji xizmetên giştî bêpar dimînin.”
‘Heta îro nehat nûkirin ‘
Gundiyê bi navê Ferît Karabag diyar kir ku li gundê wan gelek pirsgirêk hene, tu xizmet nayên li gund û wiha got: “Ez 60 salî me. Hêj biçûk bûm dibistana li gund hatibû çêkirin. Ji wê rojê heta îro hêj nûjenkirinek ji dibistanê re nehatiye kirin û niha zarokên me di vê dibistanê de dixwînin. Li dibistanê ji pola 1ê heta pola 4an xwendekar perwerdehiyê dibînin. Ji ber ku dibistan biçûk e, lojmana mamosteyan jî wekî cihê perwerdehiyê bi kar tînin. Li dibistana ku heta pola 4an xwendekar hene tenê 2 mamoste hene. Li dibistanê xwendekar di rewşeke perîşan de ne û pirsgirêkên cidî yên paqijî, germbûn û perwerdehiyê hene.”
‘Gundî ji ber bêhnê nikarin derî û paceyên xwe vekin’
Ferît Karabag bal kişand ser pirsgirêka binesaziyê û ev tişt anî ziman: “Li gundê me xeta kanalîzasyonê nîn e. Di nav gund de çemekî ku av jê derbas dibe heye. Berê me ji vî çemî av vedixwar û me destnimêj digirt. Îro hemû ava kanalîzasyonê tê di nava çem. Ji ber vê rewşê, bêhneke pir xirab belavî gund dibe. Gundî ji ber bêhnê nikarin derî û pacê xwe vekin. Dîsa bi heman awayî zarok berdewam dikevin nav vê avê û dilîzin û helbet nexweş dikevin.”
‘Berpirsiyariyên xwe yên xizmetê bînin cih’
Di berdewama axaftina xwe de Ferît Karabag destnîşan kir ku dewlet tu xizmetê nade gundê wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji vê herêma me re bi tevahî Herêma Kêşê tê gotin. Dewlet tu xizmetê nade vê herêmê. Dema ku em sedema wê dipirsin, encûmenên wan ji me re dibêjin ‘We dengê xwe dabû kê, bila ew xizmetê bide we’ û ji ber ku me dengê daye DEM Partiyê me ceza dikin. Em hatine asteke wiha ku li vê gundî êdî jiyan pir dijwar e. Ji vir bangawaziya me ji dewletê re ye ku berpirsiyariyên xwe yên xizmetê bînin cih.”
‘Em dixwazin ji gundê me re xizmet bê kirin’
Turkan Karabag jî bal kişand ser bêhna giran a li ser gund ketiye û wiha axivî: “Ji ber bêhn û qirêjiyê zarokên me tim nexweş in. Dîsa bi heman awayî rêya gund tev çal in. Heta em diçin navendê erebe ji ber çalan xera dibin. Tu xizmet ji gundê me re nayê kirin. Em dixwazin ji gundê me re xizmet bê kirin.”
Em ji bo xizmetê deng nadin wan
Her wiha Mustafa Başi jî bal kişand ser pirsgirêkên binesazî, rê û dibistanê û ev tişt vegot: “Gel êdî ji van pirsgirêkan bêzer bûne, westiya ne. Rê wiha bimîne em ê ji neçarî berdin û biçin. Ji ber ku yek xizmet nîn e. Dema em ji bo pirsgirêkan serlêdanê dikin bersiva ku didin me ‘dengê xwe bidin me, em xizmetê bidin we’ didin. Em jî vê rewşê qebûl nakin. Neçar in ku xizmetê bidin me.”











