Stenbol – Li Tirkiyê di 14ê Îlonê de serdema perwerdehiyê ya sala 2026 û 2027an dest pê dike. Hevserokê Zimanxaneyê Aslan Demîr têkildarî vekirina dibistanan diyar kir ku wekî Zimanxane û saziyên zimanan dê di 14ê Îlonê de ji bo zimanê Kurdî çalakiyan li dar bixin û got: “Di 14ê Îlonê de li Stenbolê em ê bi meşekê daxwaza perwerdehiya Kurdî bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku werin ji bo zimanê Kurdî di nava me de cih bigirin. Di 14ê mehê de em ê li qadan bin.”
Li Tirkiye û Kurdistanê di 14ê Îlonê de serdema perwerdehiyê ya sala 2026 û 2027an dest pê dike û bi milyonan zarok dest bi dersan dikin. Di nav wan zarokan de milyonan zarokên Kurd jî hene. Lê zarokên Kurd bi zimanê xwe nikarin perwerdehiyê bibînin. Kurdî di dibistanan de tenê wekî dersa hilbijarî hefteyê 2 seatan tê dîtin. Ji bo ku xwendekar dersa Kurdî hîn bibin divê herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin. Hevserokê Zimanxaneyê Aslan Demîr têkildarî vekirina dibistanan ji ajansa me re axivî.
‘Em dixwazin zarokên me bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin’
Aslan Demîr diyar kir ku di 14ê Îlonê de li Tirkiye û Kurdistanê dibistan dest bi perwerdehiyê dikin û wiha got: “Hîn jî zarokên Kurdan bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin. Ji bo wê em xemgîn in. Zarokên me hêj jî bi zimanekî biyanî tên asîmîle kirin. Li ser zimanê Kurdî bişaftinekî mezin heye. Em dixwazin zarokên me bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Ev xwestek ji bo tevahî zarokan e. Kesên zimanê wan ê zikmakî ne Tirkî ye, divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.”
‘Bişaftina li ser zimanê Kurdî berdewam dike’
Têkildarî mijarê Aslan Demîr bi bîr xist ku îro pêvajoya çareseriyê heye û ev ji bo herkesî girîng e. Demîr wiha domand: “PKKê çek berda. Îro bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê xwe fesix kir. Lê hêj jî bişaftina li ser zimanê Kurd berdewam dike. Heta ku zimanê Kurdî nebê zimanê perwerdehiyê tu wateya çareseriyê namîne. Em dixwazin zarokên me bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Saziyên ji bo zimanê Kurdî ji bo perwerdehiyê terê nakin. Perwerdehiyeke giştî tune be, nayê qebûlkirin. Em bişaftina li ser zimanê Kurdî qebûl nakin.”
‘Bila êdî li her derî Kurdî were axaftin’
Di berdewama axaftina xwe de Aslan Demîr anî ziman ku bi dehan salan e li ser zimanê Kurdî qedexe hebûye û wiha pêde çû: “Li vî welatî zimanê Kurdî qedexe bû. Kesên Kurdî diaxiviyan dihatin girtin. Îro hê jî gel ditirse. Îro pêvajoyek heye. Divê dewlet li gorî pêvajoyê gav biavêje. Dewlet qala biratiya Kurd û Tirkan dike lê êdî tenê gotin têrê nake. Divê dewlet gavên berbiçav biavêje û zimanê Kurdî di dibistanan de were xwendin. Daxwaza me ew e ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî werin rakirin. Bila êdî li herderî Kurdî were axaftin.”
‘Em ê li qadan bin’
Aslan Demîr derbirî ku dê di 14ê Îlonê de li Stenbolê li qadan bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî tê zanîn di 14ê Îlonê de li Tirkiye û Kurdistanê dibistan dest bi perwerdehiyê dikin. Em jî wekî Zimanxane û saziyên zimanan di 14ê mehê de ji bo zimanê Kurdî çalakiyan li dar bixin. Di 14ê mehê de em ê li qadan bin. Em bang li gelê xwe dikin ku werin ji bo zimanê Kurdî di nava me de cih bigirin. Em wekî Zimanxane jî pêşniyar dikin ji bo zimanê Kurdî, ji bo xwesteka zimanê perwerdehiya Kurdî; em bimeşin Enqereyê. Ev wekî pêşniyara me ye. Di 14ê Îlonê de li Stenbolê em ê meşek li dar bixin û daxuyanî bidin û daxwaza perwerdehiya Kurdî bikin.”












