Stenbol – Siyasetzan Doç. Dr. Arzu Yilmaz derbarê polîtîkayên Amerîkayê yên li ser Rojhilata Navîn, têkiliya bi Kurdan re, vekişandina Amerîkayê ya ji herêmê de diyar kir ku dema ku hêza leşkerî ya Amerîkayê vekişe jî, di holê de hêzeke ku dikare rê li ber êrişan bigire namîne û wiha got: “Di şerê dawî yê Îranê de derket holê ku ev hêz êdî wekî berê ne bi hêz e. Dema ku Amerîka li Iraqê bi Kurdan re têkiliyên xwe xurt kir, Saddam hebû; li Sûriyeyê jî faktora DAIŞê hebû. Di van her du rewşan de jî polîtîkayeke bi Kurdan re tune bû. Li Iraqê piştgiriya ji Kurdan re her tim bi şertê polîtîkaya ‘Iraqeke yekgirtî’ ve girêdayî bû. Li Sûriyeyê jî ev polîtîka bû ‘artêşeke yekgirtî, dewleteke yekgirtî’.”
Siyasetzan Doç. Dr. Arzu Yilmaz, polîtîkayên Amerîkayê yên li ser Rojhilata Navîn, têkiliyên bi Kurdan re û şerê Îranê ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Stratejiya Amerîkayê heye an tune ye nediyar e’
Arzu Yilmaz destnîşan kir ku ew dikare bêje ku niha li Rojhilata Navîn alozî heye û wiha got: “Di vê tabloyê de berpirsiyar Amerîka ye, lê ne eşkere ye ku Amerîka dê çi bike. Heta stratejiya Amerîkayê heye an tune ye jî nediyar e. Kesên wekî Kushner, Witkoff û Tom Barrack ku tu tecrûbeya wan a dîplomatîk an jî siyasî tune ye, ji qada karsaziyê tên û tenê taybetmendiya wan ew e, îro polîtîkayên Amerîkayê bi rê ve dibin. Bi destê wan ev alozî her roj kûrtir dibe. Di encamê de, Amerîka di çavê hevalbendên xwe de baweriya xwe winda dike. Nikare heta li ser hevalbendê xwe yê herî nêzîk Îsraîlê jî bandorê bike. Şûna pergal û hevsengiyên ku xirabûne tê xwestin pergal û hevsengiyên nû ava bikin, ev jî potansiyela gefên mezintir diafirîne. Hevalbendî ne li gorî îhtîmala aştiyê, li gorî îhtîmala şer tên şekilkirin. Israra navendîbûyîn a ‘yek dewletek û yek artêşek’ tê ferzkirin. Zexta li ser gelan jî her ku diçe zêdetir dibe. Xeteriya herî mezin ev e ku tu pirsgirêk nayê çareserkirin, îdraksaziyek tê avakirin ku her tişt di rêya xwe de ye. Îllûzyona ku bi înkarkirina pirsgirêkan û nedîtbarkirina wan tê afirandin, ev jî dibe sedem ku çareseriyên ku berbiçav jî bêtir werin paşxistin.”
‘Tê payîn ku heta 30yê Îlonê vekişandina Amerîka ya ji herêmê biqede’
Arzu Yilmaz diyar kir ku vekişîna Amerîka ya ji Rojhilata Navîn ne planeke nû ye û wiha axivî: “Ev plan ji sala 2009an ve di rojevê de ye. Di hewldana vekişînê a yekemîn de DAIŞ derket; Îran ji Tehranê heta Beyrûtê serwer bû û Rûsyayê jî yekem car li Sûriyeyê baregehên xwe yên leşkerî ava kir. Tê payîn ku heta 30yê Îlona 2026an vekişandina Amerîka dê ji herêmê biqede. Em dikarin bibêjin ku ev vekişandin jî encamên cuda dernaxe holê. Aktor biguherin jî dê heman tablo derkeve holê. Li wir tu hêzek ku valahiya hêza Amerîkayê tije bike tune ye. Di rewşa îroyîn de, piraniya dewletên heyî an dewletên têkçûyî û hilweşiyayî ne. Welatên ku îstîkrar têde heye jî ji aliyê aborî ve gelek qels dibin û bi kêmasiyeke cidî ya ewlehiyê re rû bi rû dimînin. Dema ku hêza leşkerî ya Amerîkayê jî vekişe, li holê hêzeke ku dikare rê li ber êrişan bigire û pêşiya hewldanên êrişan bigire namîne. Rastî jî di şerê dawî yê Îranê de derket holê ku ev hêz êdî wekî berê ne bi hêz e. Ji ber vê yekê alozî ango kaos dê bibe tiştekî neçarî. Gelo armanca Amerîkayê jî ev e? Ez wisa nafikirim. Lê hêza wê êdî têra tiştekî din nake. Tecrûbeyên berê jî vê yekê nîşan didin. Ez difikirim ku di bin daxwaza Amerîkayê ya ku vekişîna li Rojhilata Navîn bi sedema zêdetir motîvasyona xwe bikişîne ser xwe û derdora xwe ya nêzîk an jî li ser Asyayê heye.”
‘Jixwe polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye’
Arzu Yilmaz anî ziman ku di mijara têkiliyên Amerîkayê ya bi Kurdan re heta niha ew dikare bibêje ku guhertineke mezin çênebûye û wiha pê de çû: “Jixwe polîtîkaya Amerîkayê ya bi Kurdan re tune ye. Dema ku Amerîka li Iraqê bi Kurdan re têkiliyên xwe saz dikir, Saddam hebû; li Sûriyeyê jî faktora DAIŞê hebû. Di van her du rewşan de jî polîtîkayeke bi Kurdan re tune bû. An polîtîkaya Iraqê bû an jî polîtîkaya Sûriyeyê bû, bi taybetî bi Kurdan re tune bû. Amerîkayê vê yekê jî neveşart. Li Iraqê piştgiriya bi Kurdan re her tim bi şertê polîtîkaya ‘Iraqeke yekgirtî’ ve girêdayî bû. Li Sûriyeyê jî ev polîtîka bû ‘artêşeke yekgirtî, dewleteke yekgirtî’. Di nav endamên Kongreya Amerîkayê an jî di Pentagonê de kes hebûn ku em dikarin wan wekî ‘hevalên Kurdan’ bi nav bikin. Lê ev tu carî neguherî wekî polîtîkaya Kurdan ya Washingtonê. Îro jî dema ku Amerîka leşkerên xwe ji herêmê dikişîne, ez nafikirim ku Amerîka dibêje dê çi bi serê Kurdan were? Ji ber vê yekê ya diguhere ne polîtîkaya Amerîkayê ya li hemberî Kurdan e, ya diguhere polîtîkaya Amerîkayê ya li herêmê û faktorên nû ne.”
‘Nediyar e ku niyeta Amerîkayê ji bo operasyona bejahiyê heye an tune ye’
Arzû Yilmaz bi bîr xist ku li Îranê guhertina rejîmê bêyî operasyoneke bejahiyê ne pêkan bû, ev jî hate dîtin û ev yek anî ziman: “Eşkere bû ku Amerîka wê operasyona bejahiyê nake û hê jî nediyar e ku niyeta Amerîkayê ji bo operasyona bejahiyê heye an tune ye. Ya ku DYAyê nekir û nekarî bike, ango wê cesaret nekir bike, gelo hêzeke din a herêmê dikare bike? Hêzeke din a wiha jî tune ye. Di vê rewşê de an dê ji bo lihevkirinê bi vê rejîmê re rê were dîtin, an jî bi piştgiriya ji derve ku serhildanekê li hundirê welat çêbibe, dê rêya hilweşandina rejîmê were hilbijartin. Ambargoyên aborî yên dawiyê, êrişên dem bi dem tên kirin, diyar dike ku rêya duyemîn hatiye hilbijartin. Di van rewşan de şerê bejahiyê ne di rojevê de ye. Di şerê Îranê de dê tiştê ku encamê diyar bike jî hevsengiyên hundirîn a li Îranê be. Pîvan û awayê destwerdanên ji derve jî dê li gorî van dînamîkên hundirîn derkevin holê.”
‘Îraneke bihêz jî û Îraneke parçebûyî jî dê xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê bike’
Arzu Yilmaz qala bandora şerê li Rojhilata Navîn ku li ser pêvajoyê bike jî kir û di dawiyê de wiha got: “Pêvajoya çareseriyê bi sedema şerê Îranê jî di nav de, tevahî pêşketinên li Rojhilata Navîn, hate rojevê. Ji ber vê yekê, wê bandorê bike û em jixwe di şeş mehên dawî de van bandorên cuda dibînin. Lê divê ev were dîtin ku Îraneke bihêz jî û Îraneke parçebûyî jî ji berjewendiyên Tirkiyeyê re xizmet dike. Ji bo Tirkiyeyê rewşa îdeal Îraneke qels e ku mîna Iraq an Sûriyeyê. Bi vê dikare hêza xwe berfirehtir bike. Di vê çarçoveyê de, tifaqa bi Kurdan re dê ji bo Tirkiyeyê hem derfeta ewlehiya sînorê Îranê misoger bike, hem jî li qada Îranê dikare xwe bihêztir bike. Bi van cihên ku li Îranê Kurd lê dijîn, siberoja siyasî ya Kurdan di bin kontrola xwe de bigire. Di senaryoyeke wiha de, Tirkiye, mîna Iraq û Sûriyeyê, dikare tenê li herêma sînorên hin xebatên leşkerî bike. Lê ez nafikirim ku Tirkiye bikeve nav êrişên li ser Îranê.”













