Komek karker û xwendekarên Kurd ên ku ji bo komkirina hêjîran çûn Bûrsayê, ji ber ku formaya Amedsporê li ser wan bû rastî êrîşa nîjadperestî hatin. Ji ber êrişê 9 karker birîndar bûn.
Komek karker û xwendekarên Kurd ku ji bo komkirina hêjîran çûn gundê Fadiliyê ya navçeya Nilûfer a Bûrsayê, ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrîşa î hatin. 9 karkerê kurd birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, bûyer di 5ê Îlonê de li gundê Fadilî pêk hat. Koma ciwan ku piranî xwendekarên zanîngehê ne û ji bo xebatê çûn Bûrsayê, ji ber hinceta formaya Amedsporê ji aliyê komeke nîjadperest ve hatin derpkirin. Ciwanên ku di deverên cûda yên laşê xwe de birîndar bûn. Xwendekarên ku rastî êrişê hatin ji ber ewlehiya jiyana xwe nexwestin wêne û dîmenên xwe bidin.
Bûyer û êrişa nîjadperestî ya li dijî karker û xwendekarên Kurd li ser medyay dîjîtal rastî bertekan hat. Bang li rayedaran hate kirin ku derbarê êrişê de lêpirsînê bidin destpêkirin û kiryaran ceza bikin.
‘Bi zorê dîmenên êrişî jê birin’
Caner Bînen ê ku rastî êrişê hatî ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Bînen diyar kir ku ew ji bo komkirina karê hêjîra çûne Bûrsayê. Bînen anî ziman ku ji ber ku hevalên wan ên karker formaya Amedsporê li xwe kirine rastî êrişî hatine û wiha got: “Di saetên şevê hatin êrişî me kirin. Piştre em çûn emniyetê me giliyên wan kirin. Bi rastî gundiyan tev êrişî me kirin. Nîjadperestan bi zore telefonên me ji me stendin dîmen jê birin. Hevalên me birîndar in.”
















