Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama 2 êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 5 kes jihana xwe ji dest dan û hin kes birîndar bûn.
Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama 2 êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku xebatkarên tenduristiyê der barê êrişan de dane, destpêkê kombûneke xelkê ya li nêzî parka şaredariyê ya bajêr hat bombebarankirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn. Hate gotin herêma hatî bombebarankirin tijî şênî ne û malbatên koçber jî lê dimînin.
Hate zanîn ku piştî êrişa yekemîn erebeyek li taxa Tel El Hewa ya rojavayê Xezayê hat bombebarankirin. Di encama vê bombebaranê de bi kêmanî 3 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê endamên Tevgera Hemasê kiriye hedef, lê agahiyên zêdetir neda.













