• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hamdiye Komurcu hat bibîranîn: Têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek

Manîsa / AW

30 TEBAX 2026 - 21:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bavê Hamdiye Komurcuya ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyan xwe ji dest dabû Bahattîn Komurcu di bîranîna ku li Tûrgûtlûyê hat lidarxistin de diyar kir ku têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek û got: “Bi saya keda şehîdan îro em hemû hatin cem hev. Şehîd namirin, bijî Birêz Ocalan û bijî berxwedana gelê Kurd.”

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştgirî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên di Dergûşa Şaristaniyê Wenda Kirine ya Manîsayê (MEBYA-DER), ji bo Hamdiye Komurcu (Eylem) ya ku di 21ê Gulana 1997an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest dabû bîranîn hate lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Tûrgûtlûyê ya Manîsayê hat cem hev, bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Rêya şehîd rêya me, Apo ye serokê me”, “Bijî Serok Apo” ber bi mala bîranînê ve meşiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çubuk, Endamên Partiya Meclîsê ya DEM Partiyê ya Îzmîrê, Hevserokên DEM Partiyê yên Tûrgûtlûyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, hevserokên MEBYADER-EGEyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Hamdiye Komurcu li salonê hatin daliqandin. Bîranîn piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir.

‘Têkoşîna şehîdan em anîn vê astê’

Bavê Hediye Komurcu, Bahattîn Komurcu piştî xwendina sirûdê axivî û got: “Berxwedana van mirovan, ked û têkoşîna şehîdan em anîn vê astê. Ew bûn sedem ku em werin vê asta bilind, wan Kurd li cîhanê dan naskirin. Em bi hev dan naskirin. Weke mînak; îro her yek ji me ji bajarekî cuda, ji cihekî cuda bû, berê me hev nas nedikir. Bi saya keda şehîdan îro em hemû hatin cem hev. Têkoşîna me yek e, gotina me yek e. Şehîd namirin, bijî Birêz Ocalan û bijî berxwedana gelê Kurd.”

‘Em ê heta ku aştiyeke ku gelên Tirkiye û Kurdistanê heq dikin bi dest nexin, nasekinin’

Piştre Parlementera DEM Partiyê Bûrcûgul Çubuk axivî û got: “Em bi malbatên ku nikarin bigihîjin gora zarokên xwe jî re, di têkoşîna aştiyê de bi hev re dimeşin. Em têkoşîna aştiyê ya gelan, têkoşîna aştiyê ya bi rûmet mezin dikin û bi vê hêzê, bi hêza ku em ji vir digirin, bi hêza ku em ji malbatên xwe digirin, em careke din li ber çavên we soz didin ku em ê aştiya ku em heq dikin bigihînin serî. Em soz didin ku em ê ji vê rêyê venegerin, em ê her dem xwedî li nirxên gel derkevin. Em ê heta ku jiyan, edalet, azadî û aştiya ku her yek ji me heq dike, ya ku gelên Tirkiye û Kurdistanê heq dikin bi dest nexin, nesekinin.”

‘Em ê xwedî li doza zarokên xwe û şehadeta wan derkevin’

Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî axaftina xwe bi bîrannîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û wiha got: “Serê malbata me ya hêja, serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be, serê Birêz Ocalan sax be; serê wan lehengên ku îro di nava vê dozê de ne sax be. Bi şehîdên xwe serê me bilind e, bi zarokên xwe serê me bilind e. Zarokên me doza gelekî mezlûm meşandin; doza aşitî û azadiyê, doza hebûn û mafê, doza nasnameyê meşandin. Em ê heta dawiyê xwedî li doza wan û şehadeta wan derkevin. Lê wekî Dayikek Aştiyê em naxwazin şîn û rondik hebin. Tevî ku ewqas zilm li ser me heye jî, dema em dibêjin ’em aştiyê dixwazin’ ew pêşiya me digirin, narebikin ku em bimeşin. Qebûlkirina aştiyeke bi vî rengî ne pêkan e. Em bang li wan dikin: ‘Aştiyeke bi rûmet, aştiyeke mayinde, aştiyeke bi rûmet.’ Zarokên me bi serbilindî gihîştin şehadetê. Em jî wekî malbat û dayik dê li şûna wan aştiyeke bi rûmet bixwazin.”

Piştî axaftinan bîranîn bi mewlûda ku hat xwendin bi dawî bû. Tevî ku hewl hat dayîn ku girseya ku xwest ji avahiya DEM Partiyê heta qada bîranînê bimeşe bê astengkirin, girse bi hilgirtina wêneya Hamdiye Komurcu û bi berzkirina dirûşman ber bi cihê bîranînê ve meşiyan.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

29 COTMEH 2026
Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

29 COTMEH 2026
‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

29 COTMEH 2026
Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

29 COTMEH 2026
Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

29 COTMEH 2026
Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne