• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Çav û dilê me li daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan e’

Wan /AW

16 SIBAT 2025 - 18:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di çalakiya li Wanê de diyar kir ku tayînkirina her qeyûm, nîşandana sabotekirina pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin e û got: “Çav û dilê me li daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan e.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Wanê li ber Van Mall AVMê daxyanî dan. Girseyê di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Zeydan û Şedal vîna me ne” û “gelê Wanê li vir e, li ba vîna xwe ye” berz kirin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyit Aslan, Berdevka Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Endamê Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk Naci Sonmez, Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Senem Deniz Kûral, Endamê Rêveberiya Platforma Tifaqa Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok, Serokê Giştî yê Partiya Avakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglu, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên herêmê, parlementerên DEM Partiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Birêz Ocalan 26 sal in ji bo aştiyê dixebite’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ewil axivî û bal kişand ser zêdehiya polîsan. Tûcer Bakirhan, anî ziman ku ev yek dagirkeriye û wiha got: “Gelê wan bi hilgirtina her 14 şaredariyan jî bersiva herî xurt da we. Hûnê biçin û wê gelê Wanê ser bikeve. Dê bêjî qey welateke biyanî dagirdikin wisa êrîşî şaredariyê kirin. Birêz Ocalan ji bo aştiyê ev 26 sal in dixebite û dê demeke nêz de jî nexşerêyekê aşkere bike. Lê hûn çidikin? Ez vekirî dibêjim, ev dest aştiyê dixwaze, hûn çi dixwazin, dijminatiya Kurdan? Xelasbûna Tirkiyeyê di qeyûm, xesp, diziya vînê de nîne. Xelasbûn Tirkiyeyê di biratiya bi Kurdan re, biratiya bi gelên din re ye.”

‘Em dest ji gotina aştiyê bernadin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari jî anî ziman ku gelê Wanê di 31ê adarê de dîrok nivîsand û got: “Îsraîl çawa nêzîkî Filistînê dibe, serdegirtina şaredariyê jî wisa bû. Ji bo tayînkirina qeyûm bi zanebûn 15ê Sibatê hatiye hilbijartin û em vê yekê şermezar dikin. Hûn çi bikin jî em ê dest ji gotina aştiyê bernadin. Em ê dest ji tekoşîna xwe bernedin.”

‘Çav û dilê me li daxuyaniya dîroka ya Abdullah Ocalan e’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku qeyûmê tayînî Şaredariya Wanê hatiye kirin 2024an de ji Komeleya Pirtûkxanevanên Tirkiyeyê xelat hilgirtiye. Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bi lêv kir ku xwezî vî waliyî ew pirtûk xwendiban ku hinekî demokrasî, hiqûq, edalet zanîba û ev tişt anî ziman: “Em bang li walî dikin ku wê qoltixê careke din bide hevşaredarên hatine hilbijartin. Gelê Wanê ti car dîl nehatiye girtin û ji niha pê ve jî nayê girtin. Tayînkirina her qeyûm, nîşandana her tundiyê sabote kirina pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin e. Heke aqleke we yê çareseriyê hebe, hûn jî daxuyaniyeke dîrokî bikin. Çavên me û dilên me hemûyan li daxuyaniya Birêz Ocalan e. Ev berxwedan wê bi daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan bigihije hev.”

Partî û saziyên çepgir jî piştgirî dan Gelê Wanê

Piştî daxuyaniyê girse heta avahiya DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “bijî serok apo”, “Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan rûmeta me ne” û “bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Meş di demeke nêz de gihişt bi hezaran kesan û gelek kesên ku dixwestin tev li meşê bibe ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gel bertek nîşanî vê yekê da û polîsan jî êrîşî gel kir û gelek kes binçav kirin.

Piştî meşê çalakî bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne