• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Bîranîna li Nisêbînê: Heta têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin

    Bîranîna li Nisêbînê: Heta têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin

    Li Nisêbînê ji bo şehîdan mewlûd hat dayîn

    Li Nisêbînê ji bo şehîdan mewlûd hat dayîn

    Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

    Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

    Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

    Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

    Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Saît Yildirim tavilê were berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Bîranîna li Nisêbînê: Heta têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin

    Bîranîna li Nisêbînê: Heta têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin

    Li Nisêbînê ji bo şehîdan mewlûd hat dayîn

    Li Nisêbînê ji bo şehîdan mewlûd hat dayîn

    Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

    Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

    Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

    Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

    Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Saît Yildirim tavilê were berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranîna li Nisêbînê: Heta têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin

Mêrdîn / AW

29 TEBAX 2026 - 19:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş di bîranîna li Nisêbînê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat lidarxistin de axivî û got: “Heta ku têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin.” Şadiye Menap jî got, “Heqîqeta me şehîdên me ne, şehîdên me nemir in. Em ê bibin layiqê wan û civakeke azad ava bikin.”

Bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER), ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Qada Bazara Girtî ya li kêleka Mala Şînê ya Şukru Akay a li Goristana Haciyan pêk hat. Li gel malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl ên demokratîk û bi hezaran kesên ji Nisêbînê û bajarên derdorê hatibûn tevlî bîranînê bûn.

 

Girse bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û bi tilîliyan derbasî qadê bû. Malbat û welatiyên li qadê jî bi çepik û tilîliyan bersiv dan dirûşman.

Li ser platforma li qada bîranînê hatibû danîn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên kesên jiyana xwe ji dest dane bi gul û mûman hatin xemilandin. Her wiha posterekî mezin ê Abdullah Ocalan jî li qadê cih girt.
Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sirûda “Çarxa Şoreşê” hat xwendin.

‘Kurd ne Kurdên sed sal berê ne’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin di bîranînê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd ewladên xwe yên herî biqîmet, wêrek, dilovan û durust spartiye axê. Zeydan anî ziman ku Rêbertî dibêje ‘Di oxira armancekê de jiyana xwe ji dest dan, her tim jiyîn e’ û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd tune dihate hesibandin. Îro bi saya Rêbertî û van lehengan çarenûsa Kurdan guherî. Her tişt ji destê Kurdan hatibû standin, wek mirov nedihandin dîtin. Îro bi têkoşîna van lehengan Kurdan hebûna xwe bi cîhanê da bihîstin. Ji ber vê yekê ev leheng nemir in. Kurd îro bi nasname û zimanê xwe bi awayekî azad dijîn. Em ê her tim deyndarê van lehengên xwe bin. Kurd êdî ne Kurdên sed sal berê ne. Li kêleka me Rojava heye. Nasnameya wan tune bû. Nasname didan ajalan jî nedidan Kurdan. Bi felsefeya Rêbertî ya ‘Jin jiyan azadî’ û bi pêşengiya jinan Rojava hat rizgarkirin. 50 mîlyon Kurd dê van lehengan her tim di dilê xwe de bidin jiyandin. Em soz didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin. Em ê Rêber Apo azad bikin. Em ê rola xwe ya dîrokî li hemberî dîrokê bi cih bînin. Serê Rêber Apo sax be. Şehîd dê her tim di dilê gelê Kurd de bijîn. Şehîd namirin.”

‘Nisêbîn bajarê berxwedanê ye’

Çetîn Arkaş jî di bîranînê de axivî û bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Nisêbînê û wiha axivî: “Îro em ji bo hevxemiya êşan li vir in. Li gelek navendan bîranîn hene. Bi deh hezaran kes herikîn bîranînan. Ji bo gelê Kurd heqîqet ev e. Piştî vê jî tiştên divê em bikin hene. Li ser van axan êş tu carî kêm nebû. Em 3 nifş in êşê û 3 nifş in bênavber berxwedanê dijîn. Ez yek ji wan bi hezaran ewladên we me ku gelek salan di girtîgehê de mam. Di salên 1990î de li Girtîgeha Bayrampaşayê dema Rojnameya Gundemê dihat, me meraq dikir ku li Kurdistanê çi diqewime. Hevalê min Huseyîn rojekê nûçeya hevalekî ku li Nisêbînê bi awayekî kiryar nediyar hatibû kiştin xwend. Paşnavên wan yek bûn, me meraq kir û pirsî; ew bavê wî bû. Kuştina bavê xwe ji rojnameyê xwend. Li Nisêbînê bi hezaran malbatên me yên di heman rewşê de hene. Kurdan gelek êş kişandin. Ji bo Nisêbînê dibêjin ‘bajarê êşan’, rast e. Li Nisêbînê tenê êş nehatin jiyîn, lehengiyên mezin jî hatin jiyîn. Yên ku behsa Girtîgeha Amedê ji me re dikin zilm û zora Esat Oktay vedibêjin lê li wir tenê ew zilm nehat jiyîn; li aliyê din ê madalyonê Kemal Pîr hebûn, berxwedan hebû. Heke li hemberî hemû êşan Nisêbîn li ser piyan be, sedema wê tam jî ev e. Divê em vê yekê bi awayekî giştî bibînin.”

‘Tevî hemû êşan em alîgirê aştiyê ne’

Çetîn Arkaş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ev 2 sal in çek nateqin. Ev tiştekî baş e. Mirovên me neketin bin axê. Em hêvî dikin ku ev berdewam bike. Bêdengbûna çekan tenê nayê wateya aştiyê. Divê berxwedana 3 nifşan baş bê fêmkirin. Divê sedemên ku çek derxistine holê ji holê bên rakirin. Aştî bi vî awayî mayînde dibe. Hin gotinên ku di hin derdoran de tên ziman hene. Gotinên kesên nijadperest û êşa dayikên dilpak nexin heman mêzînê. Dayikên me li vir êşa xwe dijîn, biçûkdîtin û heqaretek li hemberî gelekî din tune ye. Helwestên kesên êş û şînên me îstîsmar dikin, wek hesasiyetên gelê Tirk dernexin pêşberî me. Tevî hemû êşan em alîgirê aştiyê ne. Ev gel dixwaze çek bêdeng bibin û di heman demê de sedemên derketina çekan jî ji holê rabin. Aştî herî kêm bi qasî şer mêrxasiyê dixwaze. Divê mirov bi qasî van mêrxasan wêrek be. Dema me şer dikir em wêrek bûn, dema em aştiyê çêdikin jî em ê wêrek bin. Navên şehîdan bidin zarokên xwe û wan bidin jiyandin lê tenê bi dayîna navan namîne. Ew zarokên herî xweşik ên vî gelî bûn. Tenê bi nav nabe. Divê em exlaqê wan û evîna wan a azadiyê bigihînin nifşên pêşerojê. Ev peywira me ya sereke ye. Heta ku têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin.”

‘Şehîdên me heqîqeta me ne’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şadiye Manap jî bal kişand ser dîroka berxwedana Nisêbînê û wiha axivî: “Îro li vir ez dixwazim ji bo şehîdên me helbestan bixwînim, destanan binivîsim. Vî gelî û vî bajarî destan nivîsandin. Destana vî bajarî di salên 1990î de dest pê kir. Gelê me li Cizîrê, li Kerboranê, li Hezexê û li Nisêbînê rûpela yekem a destanê tomar kir û îro ev destan li çar parçeyên Kurdistanê tê nivîsandin. Bedêlên di oxira azadiyê de hatine dayîn gelek mezin in. Em ji bo avakirina pêşerojeke nû gavan davêjin. Ev pêvajo hêzê dide me.”

‘Em ê bibin layiqê wan’

Şadiye Manap der barê sedema dereng aşkerekirina agahiyên kesên jiyana xwe ji dest dane de jî wiha got: “Em êşa dayik û bavên xwe di hundirê xwe de hîs dikin. Li ser şehadeta şehîdên me re demeke dirêj derbas bû. Serdemên şer ên giran bûn sedem ku ev pêvajo dirêj bibe. Em dixwazin li ser xeyalên wan jiyanekê ava bikin. Divê em bibin dengê mîrateya ku wan ji me re hiştiye. Şehîdên me ji me re gotin ka çima dimeşin, ji bo çi têdikoşin û ji bo jiyaneke azad çiyayên bilind derbas kirine. Em ê jî guh bidin van gotinên wan. Em ê her dem wan bidin jiyandin. Divê em bibin layiqê wan. Em dibêjin ‘nemir in’, em nikarin li hemberî wan derewan bikin. Ew nûnertiya exlaq û durustiya mirovahiyê dikin. Şehîdên me heqîqeta me ne, ji ber vê yekê ji wan re mirin tune ye. Şehîdên me ji me re dîrokek afirand, gelek ava kir. Ev bi bedêlên mezin pêk hat. Yên ku îro me li vir anîn cem hev jî ew in. Heqîqeta me şehîdên me ne, şehîdên me nemir in. Em ê bibin layiqê wan û civakeke azad ava bikin.”

Bîranîna ku dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” qet kêm nebûn, piştî nîşandana sînevîzyona ku dîmen û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de cih digirtin bi dawî bû. Di dema sînevîzyonê de girseyê gelek caran dirûşm berz kirin û ji bo her gerîlayekî ku di sînevîzyonê de cih girt bi coş çepik lêdan.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

29 TEBAX 2026
Li Nisêbînê ji bo şehîdan mewlûd hat dayîn

Li Nisêbînê ji bo şehîdan mewlûd hat dayîn

29 TEBAX 2026
Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

Panela DADê: Elewî dixwazin bibin kirdeya pêvajoyê

29 TEBAX 2026
Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê: Divê em siyaset û rêxistinbûna xwe xurt bikin

Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê: Divê em siyaset û rêxistinbûna xwe xurt bikin

29 TEBAX 2026
Bakirhan: Em êdî nehêlin ku wêneyên ciwanan li taziyan bê daliqandin

Bakirhan: Em êdî nehêlin ku wêneyên ciwanan li taziyan bê daliqandin

29 TEBAX 2026
Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne