• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

PYD: Divê mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de cîh bigirin

Riha / AW

28 TEBAX 2026 - 19:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PYDê têkildarî pêşketinên li Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku entegrekirina QSD û YPJê ya di saziyên dewletê de û gavên li ser zimanê Kurdî girîng in û got: “Mafên gelê Kurd divê bibin beşek yekgirtî ya avahiya destûrî û siyasî ya Sûriyeya nû.”

PYDê têkildarî pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. PYDê gavên di vê qonaxê de hatine avêtin, bi taybetî nîqaş û gavên têkildarî entegrekirina HSDê di nav saziyên dewletê de û naskirina zimanê Kurdî wekî geşedanên erênî pênase kir, lê bal kişand ku ev gav ji bo çareseriyek domdar netêrker in.
Di daxuyaniya PYDê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê pirsgirêkek bingehîn e û ev tişt got: “Em pêşketinên erênî yên ku di vê qonaxê de li Sûriyeyê diqewimin pêşwazî dikin û wekî gavên girîng di pêvajoya avakirina Sûriyeyeke nû de dibînin. Lê ev gav têrê nakin. Mafên gelê Kurd divê beşek yekgirtî ya avahiya destûrî û siyasî ya Sûriyeya nû be.”

‘Beşdariya Kurdan yekitî û aramiya Sûriyeyê xurt dike’

PYDê beşdariya Kurdan a di avakirina saziyên dewletê, jiyana siyasî, leşkerî, îdarî û çandî de wekî hêzeke bingehîn ji bo Sûriyeyê pênase kir û diyar kir ku ev beşdarî dê yekitî û aramiya welat xurt bike, cihêrengiya civakî jî çavkaniya rastîn a hêzê ye.

‘Divê YPJ di saziyên fermî de rol û statuya jinê nîşan bide’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola jinan û hat gotin: “Pêwîst e entegrekirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di nav saziyên fermî yên dewletê de bi awayekî ku rol û statuya jinan di avakirina Sûriyeya nû de nîşan bide, temam bibe.”

‘Divê destûra nû gelê Kurd wekî neteweyek yekgirtî nas bike’

PYDê ji bo pêşeroja Sûriyeyê bang li aliyan kir ku garantiyên destûrî werin avakirin û daxuyaniya xwe bi van tiştan bi dawî kir: “Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî gelê Kurd wekî neteweyek yekgirtî û hevkar nas bike; zimanê Kurdî û mafên siyasî, çandî û neteweyî yên gelê Kurd biparêze. Bi vî awayî prensîba hevkariya rastîn di navbera hemû pêkhateyan de ava dibe. Em gavên hatine avêtin erênî dibînin, lê teqez dikin ku temamkirina wan bi destûra nû rêya ber bi hevkariyek rastîn û Sûriyeyek bihêz ve ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

29 COTMEH 2026
Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

29 COTMEH 2026
‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

29 COTMEH 2026
Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

29 COTMEH 2026
Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

29 COTMEH 2026
Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne