• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Veysî Aktaş: Çîroka Mem û Zîn nîvî maye û em ê temam bikin

Şirnex / AW

28 TEBAX 2026 - 19:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş di bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê ya Cizîrê de got ku çîroka Mem û Zîn nîvco maye û em ê çîroka wan temam bikin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bîranîna ku bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ve ji bo cangoriyan Tevgera Azadiyê hatiye danîn di roja 3yemîn de bi tevilbûna endamên Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş û hezaran welatiyan bi dawî bû. Merasîma bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê Rêvebera MEBYA-DERê Esmer Çikmaz sersaxî da hemû malbatên şehîdan û got ku ew ê hertim li ser şopa şehîdan bin. Piştî Esmer Çikmaz, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin got ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û wiha got: “Şehîdên me destana Kurdistanê nivîsandin, wan nasnameya Kurdan ya parçebûyî gîhandin hev û îro em bi saya wan û saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihîştine astake dîrokî. Ji îro pê ve xwedîderketina şehîdan xwedîderketina rêça wan û xwedîderketina bîrdoziya Rêber Apo ye.”

‘Em ê vê çîrokê temam bikin’

Piştî Bêrîtan Guneş Altin, Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş got ku bajarê Cizîrê bajarek qedîm e û wiha axivî: “Cizîr bajarek pir qedîm e, Cizîr warê Mem û Zîn e û çîroka wan nîvî maye. Em ê vê çîrokê temam bikin. Hevalên me yên îro em wan bi bîr tinîn xwediyê pêvajoya tê meşandin e. Bi keda wan ev pêvajo hatiye destpêkirin. Hevalên jin weke Zînê ji bo vê dozê tekoşîn dane. Berxwedana van hevalan xeta Rêber Apo mezin û bihêz kir.”

‘Bekoyên demê dixwazin pêvajoyê bixetimînin’

Veysî Aktaş da zanîn ku ji bo pêvajo bigehe armancê divê têkoşînê were bilindkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serokatî ev pêvajo daye destpêkirin ji bo ku ev pêvajo bigehe serî divê em tekoşîna xwe bilind. Dewlet nabêje vaye ji we re mafên we. Divê me têbikoşin û mafên xwe bidestbixin. Bekoyên demê dixwazin pêvajoyê têk bibin û doxwazin nifaqê bêxin nava gel. Ev Bekoyên demê dibêjin tevgerê dev ji çekê berde, me li hember Tirkiye dev ji çek bikaranînê berdaye. Di rojhilata navîn nabe ku mirov pê parastin bimîne. Em mecbûr in parastina xwe ya rewa bikin. Dema li Tirkiye pêşiya siyaseta demokratîk hat vekirin, em ê şerê xwe yê demokrasiyê bikin. Dema li çar parçeyên Kurdistanê rêya tekoşîna demokratîk vebû wê demê em ê dev ji çekê berdin û siyaseta demokratîk bikin.”

‘Ew çiqas xwediyê komarê bin em jî ew qas xwediyê komarê ne’

Veysî Aktaş avakirina Komara Tirkiyeyê bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Tirk çiqas xwediyê komarê bin, Kurd jî ew qas xwediyê komarê ne. Wan çiqas berdel dabe me jî ewqas daye. Dema ew li makezagona 1920an vegeriyan û mafê Kurdan dan wê demê pirsgirêk namîne. Divê Tirkiye li soza avakirina komarê daye xwedî derkeve. Destpêka vê pêvajoyê naskirina Kurdan e. Piştî naskirina Kurdan em ê mafên xwe hemûyan bistînin.”

‘Şehîd li gor exlaqê PKKê û xeta Serokatiyê meşiyan e’

Veysî Aktaş herî dawî sersaxî ji gelê Cizîrê re xwest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hevalên me li gor exlaqê PKKê tevgeriya ne. Li gor xeta Serokatiyê meşiyan e. Gelê Cizîrê vê xetê baş dizane û divê li gor vê xetê tevbigere. Dema hûn kêmasiyan bibînin bêdeng nemînin. Li gor rihê welatparêziyê tevbigere. Em carek din dibêjin serê Rêber Apo, serê Cizîrê û serê gelê Kurd saxbe.”

Piştî axaftina Veysî Aktaş merasîma bîranînê sînevîzyona derbarê şehîdên Tevgera Azadiyê de hat pêşandan û bîranîna şehîdên Cizîrê bi dirûşmên, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

29 COTMEH 2026
Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

29 COTMEH 2026
‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

29 COTMEH 2026
Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

29 COTMEH 2026
Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

29 COTMEH 2026
Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne