MEBYA-DERa Sêrtê bi girseyî serdana bîranîna şervanê YPGê Dilşad Herekol (Ferhat Kaya) ê ku li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû hate kirin.
Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Sêrtê bi girseyî serdana bîranîna şervanê YPGê Dilşad Herekol (Ferhat Kaya) ê ku di 10ê Adara 2018an de li Efrîna rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, li mala şînê ya Umrê ya taxa Barişê ya Sêrtê hate kirin. Nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên civakî yên sivîl û gelek kes tev li serdanê bûn. Girse bi pankarta “Em ji mirinê mezintir in, şehîd namirin” hilgirtin û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” heta cihê bîranînê eşiyan. Piştre girse derbasî hundir bû û ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê dûa hatin xwendin.
‘Em deyndarên şehîdan e’
Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûlbakî Taşçi di bîranînê de axivî û got: “Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Em li ser navên saziya MEBYA-DERê hemû saziyên me yên bajêr şehîd Dilşêr Herekol û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Dema ku qala şehîdan tê kirin mirov bêşîrove dimîne. Em deyndarên şehîdan e. Divê em jî ji vê saetê şûn ve xwedî li têkoşîn û pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkevin. Em ê bibin şopdarên têkoşîna wan. Divê em li ser vê heqîqetê bi awayekî baldar tevbigerin. Û xweî li pêvajoyê derkevin.”




















