Wezereta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê têkildarî zimanê Kurdî biryarnameyek derxist û bi fermî pejirand ku di dibistanên dewletê û yên taybet de ku li herêmên Kurdan de ne, perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn.
Wezîrê Perwerdehiyê Fêrkirinê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebdulrehman Tirko biryara nû ya derbarê perwerdehiya bi Kurdî de îro îmze kir.
Li gorî biryarê, Kurdî wekî “zimane neteweyî” hate qebûlkirin û di hemû astên perwerdehiyê de dibe parçeyek ji mufredata fermî ya Sûriyeyê.
Di biryarnameyê de hate destnîşankirin ku armanca vê gavê parastina mafên çandî û zimanî ye û xurtkirina cihêrengiya çandî ye.
Der barê qonaxa veguhêz de, biryar derfetê dide ku xwendekar, di sala xwendinê ya yekem a piştî pêkanîna wê de, li gorî bernameyên xwendinê yên pejirandî, bikaribin zanistên civakî, dîrok, erdnîgarî û felsefeyê bi Erebî yan Kurdî bixwînin. Ev vebijark tenê bi wê sala xwendinê ve sînordar e.
Li gorî xala duyemîn a biryarê, dê di heftieê de 3 saet dersên Kurdî ji bo xwendekaran bêne dayîn. Vê biryara nû dê ji sala yekem a perwerdehiyê ku dikeve meriyetê de şûnde derbasdar be.













