Bîranîna şehîdên Nisêbînê ya bi pêşengiya MEBYA-DERê de tê lidarxistin bi serdanên girseyî didome.
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şehîdên Tevgera Azadiyê yê Kurdistanê yên di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, tên bibîranîn. Bîranîna ku li Qada Bazara Girtî ya li kêleka Mala Şîne ya Şukru Akay a Goristana Haciyan berdewam dike, bi serdana hezaran didome. Girseya ku tev li bîranînê bûye bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz dikin. Welatiyên ji bajêr û navçeyên derdorê serdana bîranînê dikin û hestên malbatên Şehîdên Azadiyê parve dikin.
Bîranîna şehîdan bi serdanên girseyî didome.


















