• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Menemenê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî: Karkerên Kurd ne bi tenê ne

Îzmîr / AW

26 TEBAX 2026 - 21:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Menemenê derbarê êrişên nîjadperest ên li Zongûldak û Duzceyê daxuyaniyek hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Menemenê Yoldaş Çîftçî diyar kir ku mirov ji ber nasnameya xwe, îradeya jiyana hevpar hedef tên digirin û xwest ku lêpirsîneke bi bandor bê meşandin.

Li ber avahiya DEM Partiyê ya Menemenê derbarê êrîşên nîjadperest ên li Zonguldak û Duzceyê yên li dijî karkerên demsalî yên Kurd daxuyaniyek hat dayîn. Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Menemenê Yoldaş Çîftçî ve hate xwendin.

Yoldaş Çîftçî destnîşan kir ku karkerên Kurd ên demsalî diçin bajarên cûda û ji ber şert û mercên xebata bêewle bi kedxwariyê re rû bi rû dimînin û her wiha ji ber nasnameya xwe rastî cudakarî û nîjadperestiyê tên. Yoldaş Çîftçî bal kişand ser êrîşên li Zongûldak Alapli û Duzceyê û got: “Êrîşên nîjadperest ên li ser karkerên çandiniyê yên Kurd ên li Zongûldak Alapli û Duzceyê nayên qebûlkirin. Hedefgirtina mirovan ji ber nasnameya wan a etnîkî an jî bajarên wan, îradeya me ya jiyana hevpar û pêşeroja me ya demokratîk hedef digire.”

‘Bila lêpirsînek bi bandor bê meşandin’

Çîftçî diyar kir ku ev êrîş divê wekî bûyerên ferdî neyên dîtin û nayê qebûlkirin ku bi vî rengî bên piştguh kirin û anî ziman ku ji bo rêgirtina li ber van êrîşên nîjadperest ên ku dikarin gelan bînin beramberî hev, divê lêpirsîneke bi bandor bê meşandin û kesên tevlî êrîşê bûne û organîzekirine divê li ber qanûnê hesab bidin û got: “Divê şert û mercên xebatê yên bêewle yên karkerên çandiniyê yên demsalî bi dawî bibin. Şert û mercên cîwarbûnê yên van kesan ên li bajarên ku diçinê divê bên başkirin. Pêwîst e ku jiyana perwerdehiyê ya zarokên ku ji ber mecbûriyetê bi malbatên xwe re dixebitin neyê qutkirin.”

Di dawiyê de Çîftçî banga “berpirsiyariyê” li wezaretên têkildar kir û got ku ew ê li hemberî êrîşên nîjadperest û şert û mercên xebatê yên xirap bêdeng nemînin û ew ê her dem li kêleka ked, piştvanî û welatîbûna wekhev bin.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

Îsraîlê bi dronan êrişî Xezayê kir: 2 kes hatin kuştin

29 COTMEH 2026
Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Almanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

29 COTMEH 2026
‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

‘Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk’

29 COTMEH 2026
Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

29 COTMEH 2026
Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

29 COTMEH 2026
Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

Gundiyên Arzoxliyê: Heya talan raneweste berxwedana me wê bidome

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne