• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Menemenê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî: Karkerên Kurd ne bi tenê ne

    Li Menemenê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî: Karkerên Kurd ne bi tenê ne

    Bakirhan: Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye

    Bakirhan: Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye

    Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

    Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

    Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring

    Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring

    Prz. Guven: Yildirim piştî ferzkirina poşmaniyê krîza dil derbas kir

    OHDê ji bo girtiyê nexweş Yildirim banga çalakiya TAGê kir

    Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

    Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol / AW

26 TEBAX 2026 - 20:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, civîna gel li dar xist. Tuncer Bakirhan diyar kir ku heta îro înkar û raperîn pêk hatine û got: “Ji niha şûnde em ê bi dîyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye.”

Civînên gel ên DEM Partiyê didomin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li semta Okmeydanê ya navçeya Qaxithaneyê ya Stenbolê civîna gel li dar xist. Di eywana civînê de pankarta “Ji bo komara demokratîk, civaka azad û rêxistinkirî” hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endam û rêveberên DEM Partiyê, HDK û DBPyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

‘Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye’

Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji bo ku her tiştî bi zelalî biaxivin, civînên gel li dar dixin û got: “Di serî de, ez kesên ku ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe ji dest dane, bi bîr tînim. Em soz didin ku komareke demokratîk ava bikin. Em dengê gel û dayikên Kurd dibihîsin. Li Tirkiyeyê gelek bedel hatin dayîn. Ev bedel ne tenê ji aliyê kesekî ve hat dayîn. Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de tu zarok jiyana xwe ji dest nedaye. Destkeftiya vê pêvajoyê jî ev e. Ev pêvajo bi înkarê nayê çareserkirin. Heta îro înkar û raperîn pêk hatine. Ji niha şûnde em ê bi dîyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin. Em çûn cem malbatên şehîdan û Dayikên Şemiyê. Em ji dayikên leşkeran re jî dibêjin ku ev pêvajo ji bo wan jî ye. Em bang li malbatên leşkeran dikin ku werin cem me, malbatên şehîdan û Dayikên Şemiyê. Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye. Divê hemû dayik werin cem hev.”

‘Pirsgirêka Kurd cara yekem li Meclîsê hate qebûlkirin’

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku du sal li ser banga Abdullah Ocalan derbas bûne û got: “Gelek pirs li ser pêvajoyê tên kirin. Îro jî ez li vir im ku bersiv bidim pirsên wan. Cara yekem e ku pirsgirêka Kurd di Meclîsê de tê nîqaşkirin. Bila tu kes vê qanûnê piçûk nebîne. Lê divê were zanîn ku ev qanûn pirsgirêka Kurd bi yekser çareser nake. Ev qanûn pirsgirêka Kurd ji zemîna tundiyê tîne ser zemîna çareseriya hiqûqî. Bi vê qanûnê, hevalên me yên li çiyê û yên di girtîgehan de dikarin werin û li gel me siyaseta demokratîk bikin. Hevalên me yên li Ewropayê û li Mexmûrê jî dikarin werin cem me. Me di serî de got ku ev qanûn divê mijarê ji tundiyê bîne ser zemîna çareseriyê. Lê di rojên pêş de divê qanûnên berfirehtir derkevin. Di rojên pêş de em ê li ser paşkişandina qeyûman, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiyan qanûnên nû pêk bînin. Berê, kesek ku qala zimanê xwe dikir, dihat girtin. Îro cara yekem e ku li Meclîsê hate gotin ku divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Pirsgirêka Kurd cara yekem li Meclîsê hate qebûlkirin. Lê bila neyê jibîrkirin ku ev qanûn gava yekem e.”

‘Li dijî pêvajoyê operasyonek pêk hat’

Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku li Meclîsê desteyek hate avakirin û wiha bi lev kir: “Di bin banê Desteya Şopandin û Tespîtê de 4 komîsyon hatine avakirin. Em li bendê ne ku birêz Abdullah Ocalan di nav desteyekê de cih bigire. Ger birêz Abdullah Ocalan nebûya, ev pirsgirêk nedihat çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê gelek girîng e. Em dikarin derkevin kolanan û mafê xwe bixwazin. Lê bi zimanê berê ev mijar nayê çareserkirin. Hem ji bo me hem jî ji bo desthilatdarê tiştekî dibêjim. Em çi dikin? Civînên gel li dar dixin. Bi van civînan em daxwaz û pêşniyarên gel digirin. Heke hûn bixwazin, em ê werin agahî bidin we. Hûn kesên ku dikarin qala girîngiya pêvajoyê bikin û xwedî li ziman û çanda Kurd derkevin. Hê jî hin kes, ku beriya çend salan hatine vê welatê, ji me re dibêjin terorîst. Em ji zimanê zikmakî heta girtîgehan û heta çareseriyê dê biaxivin. Di rojên pêş de kongreya me heye. Em çima ewqas dirêj li benda kongreyê man? Em bendê bûn ku ev qanûn zûtir derkeve û hevalên me yên li Ewropayê û yên di girtîgehan de werin cem me. Lê ev kongre dê dîrokî bibe. Em ê bi vê kongreyê rê li çareseriyê vekin. Piştî çend mehan, em ê kongreyeke din ku hevalên me jî tê de beşdar bibin, bikin. Beriya çend rojan di gel nîşeyên Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan hate xwestin ku operasyon pêk bînin. Ev operasyon di şexsê birêz Abdullah Ocalan de sabotaja pêvajoyê bû.”

‘Em hêvîdarin ku aştiyek baş em ê bi hev re bibinin’

Di dawiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku li Rojava jî pêşketinên girîng pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi van pêşketinan îro gelê Kurd ne tenê Kobanî û Qamişloyê tevahî Suriyeyê bû xwedî biryar. Em hêvîdarin ku êdî şer tunebê. Li Rojava bi qanûn û hevhatinê naskirina Kurd wisa hêsan pêk nehat. Gelek zarokên me yên Bakûr çûn li Rojava şer kirin û canê xwe dan. Em hêvîdarin ku aştiyek baş em ê bi hev re bibinin.”

Piştî axaftina Tuncer Bakirhan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Menemenê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî: Karkerên Kurd ne bi tenê ne

Li Menemenê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî: Karkerên Kurd ne bi tenê ne

26 TEBAX 2026
Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

26 TEBAX 2026
Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring

Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring

26 TEBAX 2026
Prz. Guven: Yildirim piştî ferzkirina poşmaniyê krîza dil derbas kir

OHDê ji bo girtiyê nexweş Yildirim banga çalakiya TAGê kir

26 TEBAX 2026
Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

26 TEBAX 2026
Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne