Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ji bo girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku piştî hevdîtina lijneyê krîza dil derbas kiribû û li nexweşxaneyê rastî hewldana kelepçekirinê hatibû, banga çalakiya TAGê kir û xwest ku Yildirim demildest bê berdan.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku 21 meh in cezayê wî qediyaye, di hevdîtina Lijneya Îdare û Çavdêriyê de ji ber poşmanî lê hat ferzkirin piştre krîza dil derbas kiribû û li nexweşxaneyê rastî hewldana kelepçekirinê hat, banga çalakiya TAGê kir. OHDê destnîşan kir ku divê bi lez tedawiya Yildirim di şert û mercên ewle de bê kirin û ew bê berdan.
Krîza dil û muameleya xerab
Mehmet Saît Yildirim piştî hevdîtina Lijneya Îdare û Çavdêriyê krîzeke giran a dil derbas kiriye û du stent li dilê wî dane. Tevî rewşa giran a tenduristiyê jî, di dema tedawiya li nexweşxaneyê de xwestine wî li ser nivînê kelepçe bikin.
‘Dawî li binpêkirinên mafan bînin’
OHDê bal kişand ser parastina mafê jiyan û tenduristiyê yê Mehmet Saît Yildirim, xwest tedawiya wî di şert û mercên ewle de bê kirin. Komeleyê bang li hemû endam, şax û raya giştî kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiya li ser medyaya dijîtal bibin da ku dengê girtiyên nexweş bê bilindkirin.
Hûrgiliyên çalakiya Xê wiha ne;
Dîrok: 26ê Tebaxa 2026an – Çarşem
Saeta Bangê: Piştî saet 21:00
Tagên Kampanyayê:
#JiBoMehmetSaîtYildirimAzadî
#HastaMahpuslaraÖzgürlük
#MehmetSaitYıldırımSerbestBırakılsın













