Roja 1emîn a şîna li Cizîrê ji bo şehîdêbîn Tevgera Azadiyê hatiye danîn bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şîna ku bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ve ji bo cangoriyan Tevgera Azadiyê hatiye danîn di roja yekemîn de bi dawî bû.
Ji serê sibê heya danê êvarî bi hezaran welatî ji bo sersaxiyê li malbatên şehîdan bide herikin cihê şînê ya li ber avahiya DEM Partiyê. Welatiyên ku dihatin sersaxiyê dema diketin qadê de diruşmên, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz dikir. Roja ewil ya şînê bi diruşman û tilîliyan bi dawî bû.
Şîna cangoriyên azadiya Kurdistanê wê sibe saet 09.00an berdewam bike.



















