Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li dijî tundiya li ser jinan û ji bo xurtkirin û hevgirtina bi jinan re pêş bixe li Parka Ahmet Arif bi jinan re civiya.
Miduriyeta Polîtîkayên Jinan di çarçoveya kampanyaya “Gotina me ne qediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” de li Parka Ahmet Arif ya taxa Huzurevleri ya navçeya Peyasê ya Amedê bi jinan re hate gel hev. Bi kampanyayê re tê armanckirin ku sedemên civakî yên tundiya li ser jinan bên nîqaşkirin û wekî pirsgirêkeke binyadî ya li dijî tundiyê hesta rêxistinbûnê were avakirin. Di civînê de xebatkarên şaredariyê bi jinan re sohbet kirin, li dijî tundiya zayendî axivîn.
Piştî axaftinê belavok û magnet hatin belavkirin.
















