Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku li Urmiyeyê du jinên Kurd bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nediyar e.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand jinek ciwan a Kurd a bi navê Befrîn Ehmedweş a xelkê gundê Keçele ya ser bi parêzgeha Urmiye ve ye, ji aliyê hêzên Îtlaeta Supayê Pasdaran ve hatiye binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku ew jina ciwan di dema serdegirtina mala her du mamên wê de bêyî biryara dadger hatiye binçavkirin û got ku tevî hemû hewldanên malbatê yên ji bo zanîna çarenûsa wê, saziyên rejîmê agahî bi malbatê re parve nekirine.
Beriya sê rojan jî nûçeya dorpêçkirina wî gundî ya ji aliyê hêzên Îtlaeta Supayê Pasdaran ve hatibû belavkirin û hatibû gotin ku sê kesên bi navên; Eywez Bêhnmun, Şeban Ehmedweş û Îbrahîm Ehmedweş hatine binçavkirin.
Li aliyê din tevî derbasbûna 50 rojan di ser binçavkirina jina Kurd a bi navê Perwîn Rasiq Qizilbaş a xelkê bajaroka Mako ya ser bi parêzgeha Urmiyê, hê jî tu agahiyek li ser çarenûsa wê nayê zanîn.
Perwîn Rasiq Qizilbaş (33) bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Îtlaeta Supayê Pasdaran ve hatibû binçavkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê lê saziyên rejîmê tu agahî li ser çarenûsa wê bi malbatê re parve nakin.













