• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Mahmût Altintaş / AW

18 TEBAX 2026 - 12:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Qanûna Çarçoveyî bi îmzaya Serokkomar Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Ji bo sepandina qanûnê dê li benda rapora MGKê were sekinandin û piştî raporê qanûn dê têkeve meriyetê. Ji bo sepandina qanûnê dê amadekariyên avakirina desteyan were kirin. Qala avakirina 3 desteyan tê kirin û li gor pêdiviyan dê di bin van desteyan de komîsyon werin avakirin.

Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 xalan pêk tê bi 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de hat erêkirin û bû qanûn. Qanûn duh bi şev saet 00:00an de bi îmzeya Serokkomar Tayîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Ji bo sepandina qanûn dê li benda rapora teyîd û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) be sekinandin û piştî rapora MGKê qanûn dê bikeve dewrê. Qanûna çarçoveyî ya li gor rapora Komîsyona Meclise ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiyê amadekirin dê qanûneke demkî be û 6 mehan bê sepandin. Dirêjkirina dema qanûnê jî dê giredayî Serokkomariyê be. Piştî qanûna çarçoveyî dê vê carê li gor xala 7an a rapora komîsyona meclisê, gavên demokratîk û sererstkirinên qanûnê bên kirin.

Piştî qanûna çarçoveyî di Rojnameya Fermî de hat ragihandin çav li rê ye qanûn bikeve meriteyê. Ji niha û şûn ve ji bo sepandina qanûnê dê çi bibe, çi amadekarî bên kirin, çend deste bên avakirin û qanûn dê çawa were sepandin ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin.

Qanûn dê kengî bikeve meriyetê?

Qanûna çarçoveyî dê piştî rapora teyîd û tespîtê ya MGKê were sepandin. Ji bo sepandina qanûnê heta niha demek nehatiye diyarkirin. Lê di meha Cotmehê de bi serokiya Serokkomarê AKPî Erdogan MGKê bicive. Tê gotin ku di wê civînê de MGK dê rapora teyîd û tespîtê radestî Serokkomar Erdogan bike û piştî vê raporê di meha Cotmehê de qanûn dê têkeve dewrê. Ji aliyê çavkaniyên di nava pêvajoyê de ne jî ji bo pratîkirina qanûnê qala meha Cotmehê tê kirin. Heta meha Cotmehê ji bo sepandina qanûnê dê destê bên avakirin û di meha Cotmehê de jî piştî rapora teyîd û tespîtê qanûn dê têkeve dewrê.

Desteya yekêm hat avakirin

Ji bo sepandin ango pratîkirina qanûnê dê 3 destê bên avakirin. Ji van 2 deste beriya niha ji raya giştî re jî hatibûn parvekirin. Ji van desteyan yek dê Desteya Şopandinê ye ku di rêveberiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de ye. Ew destê dê bi 8 kesan pêk were. Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz piştî qanûn di Rojnameya Fermî de hat ragihandin diyar kir ku wan desteyê ava kirine û wezaret û saziyên dewletê yên di desteyê de cih bigirin dest bi xebatên kirine. Di vê desteyê de Wezaretên Dadê, Karên Navxweyî, Karên Dervê û Parastinê jî cih digirin. Her wiha Sekreterê Giştî yê Serokkomar, Sekreterê Giştî yê MGKê û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî dê di vê desteyê de cih bigire. Her wiha Cevdet Yilmaz ragihand ku ew ê civîna xwe ya yekem di 24ê Tebaxê roja dûşemê li dar bixin û di vê civînê de dê li gor pêdiviyan komîsyonên bên avakirin.

Dê li meclisê desteya çavderiyê bê avakirin

Her wiha li Meclise jî Desteya Çavderiyê dê bi Serokiya Serokê Meclisê û beşdariya partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne bê avakirin û dê çavderiya sepandina qanûnê bikin û karibin pêşniyaran jî bikin. Her wiha Desteya Şopandinê ya di serokatiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de bê avakirin dê tekildarî xebatên sepandina qanûnê her tim Desteya Çavderiyê ya Meclise agahdar bike. Ew deste dê bi çend kesan bê avakirin hê ne diyar e. Lê qala 17 endaman tê kirin. Di bin banê vê desteyê de jî tê payîn hê dê komîsyon bên avakirin û saziyên civakî, rêxistinên sivîl û hewd. jî heke destê daxwaz bike dê bikarin di van komîsyonan de cih bigirin.

Tê payîn ku Rêberê Gelê Kurd dê di Desteya 3emîn de cih bigire

Her wiha desteyek jî dê ji aliyê Tevgera Azadiyê bê avakirin û li gor çavkaniyên pêbawer dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wek Koordînatorê Aştî û Siyasî dê di vê desteyê de cih bigire. Ew deste jî dê bi desteyên dewletê re bi awayekî koordîneyî bixebitê. Her wiha tê payîn ji niha şûn ve dê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bên başkirin û dê karibe bi rojnameger û akademisyenan re hevdîtinê bike.

Dê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, di nava hefteyê de bi Serokkomar Tayîp Erdogan re hevdîtin kirin û çav li rê ye ku di nava van rojan biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Naveroka van hevdîtinan jî dê têkildarî qanûna çarçoveyî be û dê ji niha û şûn vê çi were kirin û avakirina desteyên be.

Etîket: Desteya 3yemînkomîsyonqanûna çarçoveyîragihandinRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanRojnameya FermîSerokkomar Erdagan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne