Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê qanûna çarçoveyî ku di Rojnemeya fermî de hat ragihandin parvekir û got bila li ser xêrê be.
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku di Rojnameya Fermî de hat ragihandin parvekir û got ku bila li ser xêre be. Erdogan ji bo qanûna çarçoveyî ya 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclise de bû qanûn spasî ji partiyên siyasî, Serokê MHPê Devlet Bahçelî û ji partiya xwe AKPê re kir û got ku niha şûnv ê jî ew dê bi hemû saziyên dewletê ve pêvajoyê bi awayekî tîtîz û jidil bimeşînin.













