Li Licê dolmîşek rêwiyan qeza kir. Li gorî agahiyan, di minîbusê de 16 kes hebûn. Ji van 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûn.
Li navçeya Licê ya Amedê, dolmîşek rêwîyan a bi plakaya 41 AFM 446 li ser riya Licê û Çewligê, dema ber bi Mûşê ve diçû, qeza kir. Bi agahî dayînê tîmên tenduristî û cendirmeyan hatin li cihê qezayê.
Hat ragihandin ku di minîbusê de 16 kes hebûn û ji 5 kes jiyana xwe ji dest daye. Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Welat Şaylikay, Veysî Şaylikay, Naziye Şaylikay, Nazya Demîrhan û kesek din ku navê wî/ê nehatiye eşkerekirin.
11 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, piştî mudaxeleya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Halîs Toprak a Licê. Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e. Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dan jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Halîs Toprak a Licê.
Hat zanîn ku kesên qeza kirine ji bo biçin nîşana li Mûşê li nêzî mezraya Heylo ya girêdayî Licê qeza kirine.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkiririn.
Piştî qedandina lêkolînê, dolmîş li cihê qezayê, hate rakirin.














