Wan-Polîsên ku ji bo Ahmet Yagizer ê 16 salî bi ser mala malbatê de girt, muameleyeke xerab li malbatê kirin û wiha gef li malbatê xwarine: “Hûn ji dewleta Tirk hez bikin an nekin, hûn ê vê nexweşiyê û vê jiyanê bibînin, hûn ê ji vê dewletê re îtaatê bikin”
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê di 12ê tebaxê de Parka Mehmed Uzun bi konsera Serhado û Koma Aryen vekir. Ciwanên ku di konserân de pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên Tevgera Azadiyê vekiribûn, bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku bi giştî 6 ciwan hatine binçavkirin û muameleyeke xerab li wan hatiye kirin. Saet di 04:30yê berbanga sibê de polîsan bi ser mala malbata Yagizer de girt. Di serdegirtin û lêgerîna malê de muamele û gotinên xerab û tundiya fîzîkî ji malbatê re kirin.
Bavê yek ji ciwanên hatiye binçavkirin Ahmet Yagizer, Volkan Yagizer diyar kir ku wan xwestiye derî ji polîsan re vekin lê polîsan derfet nedane wan û bi lêdanê derî şikandine û wiha got: ““Saet di çar û nîvê sibehê de deng ji derî hat, em rabûn ku derî vekin û ji wan re bibêjin ‘wêran nekin, em ê vekin bêne jorê’. Lê vê derfetê nedan me. Bi pêhn û derban derî şikandin; derî ket ser serê min û destê min birîndar bû. Paşê bi ser me de hatin û em li erdê dirêj kirin.”
‘Gotinên xerab û sivikxistinê li zarok û jinan kirin’

Volkan Yagizer bal kişand ser gotinên neyînî û helwesta derveyî mirovahiyê ku li hemberî endamên malbatê hatine kirin û wiha pê de çû: “Piştî ku em li erdê dirêj kirin, çekên xwe danîn ber serê me. Nêzîkî saet û nîvekê di nav malê de lêgerîn kirin û hemû mal belav kirin. Di nav malê de zarokên biçûk, jin û nexweş hebûn. Gelek gotinên xerab û sivikxistinê li zarokan û jinan kirin. Me zext û eziyeteke mezin dît. Gava Ehmed dîtin, destên wî ji paş ve kelepçe kirin. Zarokekî 16 salî ku tu sûcê wî tune ye, birin odayê û piştre hildan birin. Piştî kontrola lêgerînê tutanak girtin. Polîsan di dema derketinê de ji me re gotin ‘Hûn ji dewleta Tirk hez bikin an nekin, hûn ê vê nexweşiyê û vê jiyanê bibînin, hûn ê ji vê dewletê re îtaatê bikin’. Ev dijminatî ye, ev koletî ye.”
Nakokiyên daxuyaniyên fermî û kiryarên li qadê
Volkan Yagizer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên daxuyaniyên fermî û kiryarên li qadê û wiha bang kir: “Behsa pêvajoyê dikin, behsa axaftinan dikin lê em baweriya xwe bi van gotinan tînin? Na, em tînin ber çavan ku kiryarên dewletê ev in. Pêwîst e hemû cîhan bizanibe ku em rastî neheqî û zilmê tên. Zarokekî 16 salî ji nav malê bi vê muameleyê birin. Em dixwazin ev dijminatî û ev zilm ji nav me rabibe.”















