• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Mahmût Altintaş / AW

13 TEBAX 2026 - 10:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku piştî qanûna çarçoveyî ket meriyete dê hêj destê bên avakirin û got: “Desteya 3emîn jî divê li ser navê Tevgera Azadiyê bê avakirin ku endamên wê karibin tev li siyaseta demokratîk bibin. Bawerî û heviya me ew ê ku birêz Ocalan jî di wê desteyê de cih bigirê.”

Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ bi 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclise de hat erêkirin û bû qanûn. Li bendeyê qanûna çarçoveyî di nava 15 rojan de di Rojnameya Fermî de jî bê ragihandin. Qanûn piştî rapora Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) dê bikeve meriyetê. Piştî qanûn ket meriyetê dê bi serokatiya Cigirê Serokomariyê Cevdet Yilmaz ji bo şopandinê desteyek were avakirin û pêvajo dê bi sepandina qanûnan pêş ve biçe. Di desteyê de gelek wezaret jî dê cih bigirin û ji bo koordînekirinê dê komîsyon jî bên avakirin. Her wiha li meclise jî ji bo çavderiyê Desteyek be avakirin û ji aliyê meclise ve jî sepandina qanûnan dê bê şopandin.

Yek jî xala girîng statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ku tekildarî qanûna çarçoveyî daxuyanî da, bal kişand ser kêmasiyên qanûnê û careke din statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Qanûn bi rêveberiya Rêber Apo dikare pêk were.” Ji aliyê DEM Partiyê ve jî hat pêşniyarkirin ku di koordînasyonên ji bo sepandina qanûn bên avakirin de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî cih bigire.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî tekildarî qanûna çarçoveyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Ew qanûn ne qanûna dawiyê ye’

Mehmet Ruştu Tîryakî bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd qanûna çarçoveyî gaveke pir mezin e û wiha axivî: “Ji bo çareserî derî vebûye. Ji bo wê jî em girîngiyeke mezin didin vê qanûnî. Ew qanûn ne qanûna AKPê û MHPê ye. Xebateke pir mezin hat dayîn. Di amadekirina qanûn de jî DEM Partî û siyaseta Kurd kedeke pir mezin da. Ji bo wê jî ew qanûn ji aliyekî ve qanûna me ye jî. Ew gava yekemîn e. Ew qanûn pirsgirêka Kurd çareser nake. Lê ji bo bidawîkirina şerê çekdarî û avakirina zemîneke hiqûqî ew qanûn cihekî girîng digire. Lê ev qanûn ne qanûna dawiyê ye. Di rapora komîsyonê de ji bo bi dawîkirina şerê çekdarî qala qanûnekê dihat kirin. Ew gav hat avetin. Lê ew gav bi tenê serê xwe nikarê pirsgirêka Kurd çareser bike.”

‘Divê piştî qanûna çarçoveyî hin gav bên avetin’

Mehmet Ruştu Tîryakî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd piştî qanûna çarçoveyî divê ji aliyê qanûnî ve hin gav bên avetin û wiha pê dê çû: “Weke fermiyeta zimanê Kurdî, bi dawîkirina sepana qeyûman û firehkirina peywîra rêveberiyên herêmî, divê di van mijaran de jî hin gav bên avetin. Qanûn dê piştî rapora MGKê bikevê meriyetê. Şervanên PKKê, girtiyên siyasî û kesên ji ber dozên siyasî neçar manê ku derkevin derveyî welat, dê vegerin. Heviya me ew e ku ew dem neyê dirêjkirin. Di qanûn de hinek kemasî hene. Ew qanûn derî ji bo hemû kesan venake. Kesên beriya 2005an cezayê muebeta giran li wan birîn dê ji qanûnê sûd nagirin. Her wiha yên ji ber kuştinê hatinê girtin jî dê ji qanûn sûd nagirin.”

‘Birêz Ocalan ne azadiya xwe lê azadiya gelê Kurd diparêze’

Di berdewamiya axaftina xwe de Mehmet Ruştu Tîryakî bal kişand ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yê ew pêvajo gihand vê merhaleyê birêz Ocalan e. Birêz Ocalan jî ji vî qanûnî sûd nagire. Ew jî pirsgirêkeke pir mezin e. Heviya me ew e ku piştî qanûn ket meriyetê birêz Ocalan jî di nav de ji bo tevahî girtiyên siyasî hinek gav bên avetin. Ji bo gelê Kurd birêz Ocalan xeteke sor e. Ji ber wê jî ji bo birêz Ocalan karibe rol û mîsyona xwe bilîze, divê deriyê azadiyê bê vekirin lê ev yek di qanûn de cih negirtiye. Birêz Ocalan azadiya gelê Kurd daniyê li pêşiya azadiya xwe. Lê ji îro û şûn ve divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.”

‘Heviya me ew e ku di demekê kin de şert û mercên birêz Ocalan biguherin’

Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku piştî qanûn ket meriyetê dê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî werin guhertin û wiha got: “Piştî komîsyon ket meriyetê 3 deste û 3 komîsyon dê bên avakirin. Desteyek dê di bin banê Cigirê Serokkomar de ku ji wezaretan pêk tê û li meclise jî dê desteyek bê avakirin. Hejmar hêj ne diyar e lê qala 7 kesan tê kirin. Ew komîsyon jî dê pêvajoyê bişopîne. Desteya 3emîn jî divê li ser navê Tevgera Azadiyê be avakirin ku bikarin tev li siyaseta demokratîk bibin. Bawerî û heviya me ew ê ku birêz Ocalan jî di wê desteyê de cih bigire. Her wiha heviya me ew ê ku di demekê kin de şert û mercên birêz Ocalan jî biguherin. Jixwe Serokê Koma AKPê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku hewce nakê ji bo vê qanûnekê derxînin û rojnameger, akademîsyen dê bikarin biçin Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

‘Pirsgirêka mezin ne demokratîkbûyîna komarê ye’

Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku pirsgirêka mezin ne demokratîkbûyîna komarê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ne di dema AKPê de beriya AKPê jî li Tirkiyeyê demokrasî kêm bû. Her tim hinek kes ji bo pergalê weke gef hatine dîtin. Ji ber ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye her kesek ji vê yekê zirar dîtiyê. Heta demokratîkbûyîn pêk neyê pêşiya Tirkiyeyê venabe. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêka demokrasiyê çareser nabe. Heke pirsgirêka Kurd be çareserkirin, deriyek ji bo demokratîkbûyînê jî dê vebe. Ji bo wê jî divê ji bo demokratîkbûyînê jî hinek gav bên avetin. Weke bi cihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi dawîkirina sepana qeyûman, rakirina qanûnên weke ceza û ‘têkoşîna li dijî terorê’ ku li pêşiya demokrasiyê astengî derdixe, divê bên sereratkirin. Qanûna Destura Dingehîn jî divê di pêşerojê de bê guherandin. Êrişên li ser muxalefetê û şeraderiyan divê bi dawî bibe. Divê hemû kes karibe fikir û remanên xwe bîne ziman. Her wiha ji bo rêveberiyên herêmî jî divê hinek gav bên avetin. Yek jî ji wan rakirina şerhên li ser peymanên navneteweyî li ber çavan girtinê dibe. Her wiha bi dawî kirina zextên li ser şeraderiyan divê bê dawîkirin û sepanên qeyûman bi dawî bibe. Her wiha divê vesayeta navendê li ser rêveberiyên herêmî bê rakirin û divê peywîrên wan bên firehkirin.”

Etîket: Berpirsyarê Rêveberiyên HerêmîCîgirê Hevserokên Giştî yên DEM PartiyêDEM PartîDeste û KomîsyonMehmet Ruştu Tîryakîqanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne