Enqere – Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî ya ji meclisê hatiye derbaskirin, bi Serokiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî di Serokiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de li Navenda Giştî ya partiyê civiya. Hat hînbûn ku di civînê de dê li ser qanûna çarçoveyî, ji niha û şûn vê dê çi bê kirin, pêvajoya kongreyê, konferansa di meha Îlonê de dê were lidarxistin, plansaziya 15 rojan û 1ê Îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê dê bên nîqaş werin kirin.













