Mêrdîn – Dayika Huseyîn Arslan (Akîf Botan) Hîkmet Arslan anî ziman ku kurê wê ji şehadeta Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Botan) bandor bû û wiha got: “Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Botan) di sala 2013an de li Nisêbînê şehîd ket. Huseyîn jî bû şahidê wê rojê û ji berxwedana Mehmet Şîrîn Cebe gelek bandor bû. Ji bona wê navê Akîf Botan li xwe kir û tev li partiyê bû.”
Gelek bajar hene ku navê wan bi dîrokê re dibe yek. Li Kurdistanê jî gelek mînakên vê yekê hene ku yek ji van Nisêbîna rengîn e. Nisêbîn her tim di têkoşîna azadiya Kurdistanê de tim cih girtî ye. Di salên 90î de li Nisêbînê gelek serhildan pêk hatin, bi hezaran kes li qadan dengê azadiya Kurdistanê bilind kirin û di êrişên leşker û polîsan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Gelek ciwanên Nisêbînê tev li refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn û canê xwe ji bo azadiyê feda kirin. Mehmet Şîrîn Cebe û Huseyîn Arslan yek ji wan cangoriyan in. Tişta ku Mehmet Şîrîn Cebe û Huseyîn Arslan li heman derê aniye ba hev daxwaza azadiya Kurdistanê ye ku ji ber vê yekê navê xwe kirin yek. Her du jî di nava tevgerê de navê Akîf Botan li xwe kirin û heta dawiya emrê xwe têkoşiyan.
Mehmet Şîrîn Cebe: Fermandarê Bagokê

Mehmet Şîrîn Cebe di sala 1974an de li Gundê Hêştirekê a navçeya Midyadê tê dinê, lê li Nisêbînê mezin dibe. Akîf Botan ji zarokatiya xwe ve her tim di nava têkoşînê de bû. Çawa ku malbata Akîf Botan tev li serhildana Mala Haco bûye Akîf Botan jî tev li serhildana dawî ya gelê Kurd dibe û berê xwe dide çiya. Akîf Botan bi şopên serhildanên Nisêbînê mezin dibe û êdî dem dema nivîsandina serhildanan e. Bi salan li Botan û Gabarê têkodikoşe. Piştî Komploya Navteweyî a di sala 1999an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dil tê girtin, Akîf Botan xwe pêşniyarî herêma Merdînê dike. Bi salan li Çiyayê Bagokê û Merdînê gerilatî dike û paşê derbasî Rojhilat û Wanê dibe. Heta sala 2010an li wan herêman xebatan dimeşîne û tev li perwerdeyan dibe. Lê di dilê Akîf Botan de her tim cihê ku lê mezin bûbû, hebû û dixwest vegere li herêma Mêrdînê. Daxwaza wî tê erêkirin û di sala 2010an de dîsa derbasî herêma Mêrdînê dibe. Di sala 2012an de dibe fermandarê herêma Bagokê.
Heta dawiya emrê xwe şer dike
Akîf Botan 3 sal li Nisêbîn, Midyad û li Çiyayê Bagokê bi serkeftî xebatan dimeşîne. Êdî li Mêrdînê her kesek navê Akîf Botan ê zarokê axa xwe bihîstî ye. Leşker gelek caran xwestibûn Akîf Botan bi saxî bigirin. Carekî dema ku Akîf Botan dixwazê ji Nisêbînê vegerê Bagokê leşkeran bi 24 kîlometreyan kemîn danîbû lê Akîf Botan xwe ji kemînan rizgar dike û dibêje “Şer e, dibe ku kuştî bi dest bikevim lê bi saxî û di xewna xwe de jî girtina bi saxî nabînin.” Di 13ê Çileya 2013an de li Nisêbînê dengê çekan bilind dibe û tê bihîstin ku Akîf Botan li Nisêbînê ye û şer dike. Akîf Botan li dijî hezaran leşkeran bi tenê 45 deqîqeyan şer dike û dema ku fişekên vî xilas dibe û bi bombeya li ser xwe, xwe dikuje û destûr nade ku bi saxî bikevê destê leşkeran. Dayika Akîf Botan Nasîba Cebe nexweşa giran e, piştî Akîf Botan jiyana xwe ji dest dide, dilê wê nikarê êşa Akîf Botan ragire û di 17ê Çileyê de ew jî jiyana xwe ji dest dide. Di 18ê Çileyê de bi hezaran kes Akîf Botan û Dayika wî Nasîba Cebeyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” li Nisêbînê li kêleka hev dispêrin axê.
Hîkmet Arslan derbarê têkoşîn û û şehadeta kurê xwe Arslan (Akîf Botan) de axivî.


Li pey şopa Mehmet Şîrîn Cebe: Huseyîn Arslan
Dayika Huseyîn Arslan Hîkmet Arslan jî diyar kir ku ji ber zexta dewletê, ew jî li Sêrtê koçî Nisêbînê kirine û wiha axivî: “Piştî em hatin Nisêbînê jî zext li ser me berdewam kirin. Akîf Botan li Nisêbînê hate dinê. Li Nisêbînê her tim di nava çalakî û xebatan de bû. Akîf Botan gelek caran hate binçavkirin. Di sala 2012an de Akîf Botan bi birayê xwe re hatin binçavkirin û hatin girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, şoreşa Rojava dest pê kiribû û di sala 2013an derbasî Rojava bû. Li Rojava nêzî 5 salan têkoşiya. Piştî 5 salan derbasî Başûr bû û di sala 2020an de şehîd ket. Me hê jî cenazeya wî ne ditiye. Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Botan) di sala 2013an de li Nisêbînê şehîd ket. Huseyîn jî şahîdê wan rojê bûbû û ji berxwedana Mehmet Şîrîn Cebe gelek bandor bû. Ji bona wê navê Akîf Botan li xwe kir û tev li partiyê bû.”
Huseyîn Arslan ala ku ji Mehmet Şîrîn Cebe girtîbû, salan dirêj bi serfirazî hilgirt. Li Rojava û Çiyayên Kurdistanê têkoşiya û bû layiqê şopa Mehmet Şîrîn Cebe. Huseyîn Arslan (Akîf Botan) tev li Pengava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîne dibe û 11ê Tebaxa 2020an de tev li karwanê nemiran dibe.












