Wan – Nûnerên saziyên sivîl ên Wanê ku têkildarî qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ axaftin, bal kişandin ser girîngiya qanûnê û wiha gotin: “Dawiya şer tune ye û 100 sal jî derbas bibin dawiya vî şerî dê her aştî be, lewma divê ev pêvajo bi ser bikeve.” Her wiha destnîşan kirin ku tişta dewlet aniye ser maseyê paradîgmaya Abdullah Ocalan e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û pêvajoyek da destpêkirin. Di encama bangawaziyê de PKKê xwe fesih kir û çekên xwe şewitand. Her wiha di bin banê meclîsê de jî Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî hat avakirin. Herî dawî di çarçoveya pêvajoyê de qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin. 12 xalên qanûna çarçoveyî duh piştî niqaşên li Desteya Giştî ya Meclisê di encama dengê erênî ya 468 parlamenteran de hat qebûlkirin.
Derbarê mijarê de rêveberê TUHAY-DERê Nedîm Şîpal û endamê MEBYA-DERê Ferhat Alici nirxandin kirin û xwestin tawilê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin.
‘Sed sal berê Kurd nehesibandin’

Ewilî Nedîm Şîpal axivî û diyar kir ku di dîrokê de nêzî 500 salan Tirk û Kurdan bi hev re jiyaneke hevpar derbas kirine û bal kişand ser avabûna komarê û wiha got: “Di sala 1924an de Dewleta Tirk bi hişmendiya yekperestiyê di destpêka komarê de Kurd nehesibandin. Ji wê rojê ve Kurd ji bo hebûna xwe biparêze li ber xwe dide û têdikoşe. Serokatî çarçoveyek daye pêşiya dewletê lê diwarê dewletê ewqas saxlem nîne ku em vê çarçoveyê lê bi cîh bikin. Me destê aştiyê dirêj kiriye û em dikarin bi hev re li ser vê axê bijîn.”
‘Em ji Serokê xwe bawer in’
Nedîm Şîpal di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku sermuzakerevanê Kurdan Abdullah Ocalan e. Nedîm Şîpal behsa baweriya civakê ya li hember Abdullah Ocalan jî kir û wiha pê de çû: “Serok gavek pîroz avêtiye û em li pişt Serokê xwe ne. Weke tê zanîn me Kurdan û Tirkan di encama şer de gelek bedelên giran dane û ji bo azadî û pêkvejiyana her du miletan jî demokrasî û wekhevî hewce ye. Niha qanûnek hatiye pêşkêşkirin, lê ev qanûn ji aliyê naveroka xwe ve têra çareseriyê nake. Gaveke baş e, lê têrê nake. Divê berdewamiya van qanûnan bê, Serokê me jî wisa dibêje û li benda gavên din e. Em jî bi serokê xwe bawer in.”
‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’
Nedîm Şîpal diyar kir ku tişta dewlet aniye ser maseyê paradîgmaya Abdullah Ocalan e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Paradîgmaya Serokatî li ser esasê jiyaneke hev par û demokratîk e. Paradîgmaya Serokatî ji bo hemû mirovahiyê ye, ne tenê ji bo Kurdan. Heke paradîgma bê fêmkirin û di pratîkê de jî bê sepandin, dê demokrasiyeke gelek serkeftî derbikeve holê. Em êdî naxwazin li ser şer bifikirin, em dixwazin êdî li ser felsefê, wêjeyê, hunerê û hwd. bifikrin.”
‘Dawiya dawî dê aştî çêbe’

Endamê MEBYA-DERê Ferhat Alici jî anî ziman ku ev qanûna ku danîne pêşiya wan ji bo aştiyê baş e. Ferhat Alici diyar kir ku ev 100 sal in şer berdewam dike û tu dawiya vî şerî jî tune ye û ev tişt vegot: “Birêz Ocalan jî digot ev şer wan dixe nava dubarekirinê. Dawiya şer tune ye û 100 sal jî derbas bibin dawiya wî dê her bibe aştî. Ji ber wê yekê, heke em ji bo aştiyê gavekê biavêjin, dê kuştin kêmtir bibin û ev pêvajo çêtir pêş bikeve. Ev qanûnên ku derxistine ji bo pêvajoyê ne bes in, lê wê di nava demê de qanûnên nû werin derxistin.”
‘Şer ji her du aliyan gelek tişt daye windakirin’
Ferhat Alici da zanîn ku rewşa şer ji Kurd û Tirkan gelek tişt daye windakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê vê pêvajoyê bi serkeftî bi rê ve bibin û dilşikestinên di dilê her du aliyan de çêbûne bi dawî bikin. Her wiha gelek hêz hene ku vê pêvajoyê xera bikin, lê divê ev pêvajo bigihêje encamê û bi ser bikeve.”












