Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di Desteya Giştî ya Meclisê de tê nîqaşkirin heta xala 6an hat qebûlkirin. Civîna Desteya Giştî ya li ser qanûna çarçoveyî bi nîqaşkirina xala 7an ve berdewam dike.
Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Qanûna çarçoveyî ji xala 1an heta xala 6an di Desteya Giştî de hat qebûlkirin. Beşa 2yemîn a civîna Desteya Giştî ya qanûna çarçoveyî bi nîqaşkirina xala 7an heta xala 12an ve berdewam dike. Di civîna beşa 2yemîn de xala 7an bi dawî bû û civîn bi xala 8an ve berdewam dike.
Piştî nîqaşên li ser hemû xalên qanûna çarçoveyî dê li ser qanûn dengdayin pêk were û piştre di Desteya Giştî de bibe qanûn.













