Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel ku îro di Desteya Giştî ya Meclisê de li ser qanûna çarçoveyî axivî got ew ê ji qanûna çarçoveyî re dengê erênî bikar bînin. Lê tevî daxuyaniya Ozgur Ozel jî 21 parlamenterên Yenî Partiyê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihand ku ew ê ji qanûna çarçoveyî re bêjin na.
Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel ku li ser qanûna çarçoveyî li Desteya Giştî ya Meclisê axivî diyar kir ku ew ê ji qanûna çarçoveyî re dengê erênî bikar bînin. Lê tevî daxuyaniya Ozgur Ozel jî 21 parlamenterên Yenî Partiyê li ser hesabên xwe yên Xê ragihandin ku ew ê ji qanûna çarçoveyî re bêjin na.
Navê parlamenterên Yenî Partiyê wiha ne:
Îzzet Akbulut, Hasan Ozturk, Sîbel Suiçmez, Cemal Enginyurt, Sureyya Oneş Derîcî, Deniz Yavuzyilmaz, Îbrahim Arslan, Hîkmet Yalim Halici, Cumhur Uzun, Murat Çan, Eylem Ertug Ertugrul Servet Mullaoglu, Salîh Uzun, Ugur Bayraktutan, Şeref Arpaci, Murat Bakan, Seyît Torun, Melîh Merîç, Fethî Açikel, Elvan Işik Gezmiş û Mahmut Tanal.













