Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku di Desteya Giştî ya Meclisê de tê nîqaşkirin bi axaftinên partiyên siyasî li ser qanûnê berdewam dike.
Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Di rûniştina 2an a Desteya Giştî de li ser qanûn bi nirxandinên partiyên siyasî berdewam dike.
Serokê Koma AKPê Abdullah Guler li ser qanûna çarçoveyî mafê axaftinê girt û anî ziman ku komîsyona meclisê ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke mezin girtiye û qala xebatên komîsyonê kir. Abdullah Guler ku qala rapora komîsyonê kir, diyar kir ku qanûna çarçoveyî li gor xala 6an a rapora komîyonê hatiye amadekirin û bersiv da rexneyên li ser qanûna çarçoveyî bi veşartî li pişt deriyan hatiye amadekirin.
Piştrê jî Serokwekîlê Koma Yenî Partiyê Murat Emîr bertek nîşanî Abdullah Guler da û got ku qanûna çarçoveyî bi awayekî veşartî hatiye amadekirin.
‘Li cihekî ku dayik bi ser bikevin tu kes winda nake’
Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul jî destnîşan kir ku îro li meclisê dîrok tê nivîsandin û wiha axivî: “Êdî tu dayik ne bi Tirkî û ne jî bi Kurdî hestiran narijîne. Em ê biratiya hezaran salan xurt bikin. Yên li dijî vî qanûnî derdikevin hûn çi pêşniyar dikin. Em ê demokrasiya xwe xurttir bikin. 86 milyon dê bi serbikeve. Di vê pêvajoyê de tu kes winda neke. Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û Dayikên Amedê dê bi serbikevin. Li cihekî ku dayik bi ser bikevin tu kes winda nake.”
Parlamenterê Koma Yenî Yolê Mustafa Bilîcî jî destnîşan kir ku ew di destpêkek e dîrokî de ne û wiha got: “Divê em cudakariyên hevdu ne weke xetereyek, wek dewlemendiyek bibînin. Ya ku dikeve ser milê me ew ê ku zimanekî nû ava bikin. Ji bo em kêmasiyên demokratîk çareser bikin divê em destûra bingehîn ji nû ve bigirin dest û destûreke nû ya bingehîn ava bikin.”
Piştî axaftinan navber hat dayîn.













