• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mîhrîcana Tetwanê bi dawî bû: Ev pêvajo ne pêvajoya têkbirin an jî têkçûnê ye

Bedlîs /AW

9 TEBAX 2026 - 22:02
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja xwe ya dawîn de bi axaftina ji Sekreteriya Îmraliyê Çetîn Arkaş û konsera fînalê bi dawî bû. Çetîn Arkaş bal kişand ser pêvajoya aşti û ciwaka demokratîk û got: “Ev pêvajo ne ya têkbirin an jî têkçûnê ye, dê bibe pêvajoyeke ku gelên Rojhilata Navîn tev de biser kevin.”

​Mîhrîcana Çand û Hunerê ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” hat lidarxistin, di roja xwe ya dawîn de piştî panela wêjeyê, li qada konserê bi axaftina ji Sekreteriya Îmraliyê Çetîn Arkaş û konsera fînalê bi dawî bû.

‘Hûn hêviya me ne, xwe rêxistin bikin’

​Çetîn Arkaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya mîhrîcanan û bang li ciwanan kir û got: “Mîhrîcanên bi vî rengî ji bo gelê Kurd gelekî hêja ne. Di serî de ji ciwanan rica dikim, guh nedin wan kesên ku dixwazin ciwanên me apolîtîk bikin, ber bi madde yên hişbir û fuihûşê ve bikşînin. Hûn hêviya me ne. Divê ewlehî jî li dijî kesên civakê qirêj dikin bisekinî. Hûn wek ciwan divê ji bo parastina xwe rêxistin bibin. Ev ji bo me meseleya hebûn û tunebûnê ye; fedaiyên Rêber Apo dê bêguman li hemberî vê bisekinin.”

​‘Pêvajo ne ya têkbirin û têkçûnê ye, dergehek hat vekirin’

​Çetîn Arkaş di berdewamiya axaftina xwe de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û wiha axivî: “Em di nav pêvajoyeke dîrokî de ne û ev sal nîv e berdewam dike. Qanûnek hat derxistin, em spasya kesên ked dane dikin. Ev qanûn hemû tiştî çareser nake, tenê dergehek vekir. Ev pêvajo ne pêvajoya têkbirin an jî têkçûnê ye. Bi vî rengî nenêrin; ev dê bibe pêvajoyeke ku ligel gelên bira, gelên Rojhilata Navîn tev de biser kevin. Berê Kurd ji nasnameya xwe ditirsiyan, lê îro her kes bi endamtiya neteweya Kurd serbilind e. Ji Rêber Apo û gerîla re bawer bin; di ti şert û mercî de hûn bi tenê nehiştin û hûn nexapandin.”

‘Divê çek bêdeng bibin, êdî ji şer re na’

​Çetîn Arkaş destnîşan kir ku divê rûmet û mafên hemû gelan bên parastin û wiha pê de çû: “Me bedelên giran dan, em di bîrên asîdê de hatin avêtin, hîna jî hestiyên me nehatine dîtin lê me paşve gav neavêt. Em ê çawa rûmeta Kurdan diparêzin, rûmeta neteweyên din jî biparêzin. Em ji baronên çekan re dibêjin ‘Êdî bes e’, me bi qasî wê şer kir. Divê çek bêdeng bibin, tewra tekane çekek jî ber bi hewayê ve neyê teqandin. Divê ciwan ne di girtîgeh û şer de, di paşerojeke azad de cih bigirin. Piştî derbasbûna qanûnê ya ji Meclisê, Rêber Apo dê bêtir xuya bibe. Êdî ne posterê Rêber Apo, ew bixwe dê bê Tetwanê. Em ê hemû hevalên xwe yên di zindanê de biparêzin û bistînin.”

​‘Rêzê ji îradeya gel re bigirin’

Çetîn Arkaş di dawiya axaftina xwe de bang li desthilatdariyê û rêveberan kir ku rêzê ji îradeya gel re bigirin û got: “Hûn di heyamên cihêreng de kesekî hildibijêrin û tînin, divê rêzê ji hilbijartina we re bigirin. Eger kesek bikeve xefletê û tevlî ku gel nexwaze li ser kursî bimîne, bila bizanibe ku nikare bimîne. Em ji vir bang li kesên ku gel wan naxwaze dikin, divê her kes bizanibe ku kes nikare li hemberî îradeya gel bisekinî.”

​58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê piştî axaftinan, bi stran û stranên Koma Amed û Îlkay Akkaya bi coşeke mezin bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne