• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêveberiya Rêber Apo dikare pêk were

Navenda Nûçeyan

9 TEBAX 2026 - 15:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêveberiya Tevgerê diyar kir ku qanûna çarçoveyê xwedî kêmasiyên cidî ne û wiha got: “Bi kurtasî ger ev qanûn zimanê aştiyê ji xwe re bike esas, ji aliyê Rêber Apo ve bê birêvebirin û bi qanûnên demokratîkbûnê yên nû bê xwedîkirin, dikare pêk were.”

Rêveberiya Tevgerê têkildarî qanûna çarçoveyê daxuyanî da û diyar kir ku ger qanûn zimanê aştiyê ji xwe re bike esas û ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve were birêvebeirin dikare pêk were.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:

“Qanûna çarçoveyê ku bi mehan e tê hêvîkirin ji komîsyonê derbas bû û wê li meclîsê bê erêkirin. Gelek kes bi tundî li ber vê qanûnê rabûn û hinekan jî qanûn ji gelek aliyan ve rexne kirin. DEM Partiyê gelek kêm û kurtiyên qanûnê li komîsyonê rexne kir û ya ku divê piştî qanûnê bê kirin destnîşan kir.

Rêber Apo piştî daxuyaniya Devlet Bahçelî gotibû, hêza min heye ku rewşa şer a ji ber pirsgirêka Kurd bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an re nexşerêya vê yekê bi şênberî danî holê.

Tevgera me ya Azadiyê li ser bingeha banga Rêber Apo ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk berpirsyariya xwe bi cih anî. Li ser vê bingehê sal û nîvek e şer naqewime.

Di nava vê demê de ji bo pêkhatina aştiyê, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ava bû, di encama hevdîtinên vê komîsyonê de li gel kêmasiyên cidî jî raporek hate amadekirin ku dikare girîng bê dîtin.

Zimanê qanûna kok divê zimanê aştiyê be

Rêber Apo di vê pêvajoyê de ji bo derxistina qanûneke kokê ya ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê diyar bike, hem bi rayedarên dewletê hem jî bi DEM Partî û Tevgera me ya Azadiyê re têkilî û diyalog danî. Me jî di vê pêvajoyê de nîqaşên li ser qanûna kokê ji nêz ve şopand. Têkildarî pêşnûme qanûnê ku bi şêweyên cuda gihîşt me, bi rêya daxuyaniyan me nêrîn û rexneyên xwe pêşkêşî raya giştî kirin. Beriya her tiştî me destnîşan kir ku zimanê qanûneke kokê ya ku aştiyê ji xwe re dike armanc divê ne zimanê şer be, divê zimanê aştiyê be. Weke ku Rêber Apo got, me bal kişand ser wê yekê ku divê ne bi wî şêweyî be ku ji rêzê, teng û xizmetê ji siberojê re nake, divê li gorî hesasiyetên aliyan bê amadekirin. Me destnîşan kir ku ji bo gavên qanûn diyar bike bêne avêtin, divê teqez Rêber Apo azad be û karibe bi rengekî azad kar bike. Me girîngiya wê yekê anîn ziman ku ev qanûn divê soza wê yekê bide ku di çarçoveya hin gavên diyarkirî de qanûnên azadiyê û demokratîkbûnê derxîne.

Rêber Apo ji xwe beriya daxuyaniya me bi rêya heyeta DEM Partiyê ji raya giştî re ragihandibû ku divê şêwe û armancên qanûna çarçoveyê çi be. DEM Partî û hêzên demokratîk jî di vê pêvajoyê de li ser mijara qanûna çarçoveyê nêrînên xwe, pêşniyarên xwe destnîşan kirin û di vê mijarê de hin hevdîtin jî kirin.

Qanûna ku bi mehan e tê nîqaşkirin û gelê me, me û hêzên demokrasiyê nêrîna xwe diyar kirin, ji bilî dijberiya meyleke dijminê Kurdan a li meclîsê ya bi provokasyonan, bi erêkirina hemû hêzên din ên siyasî ji komîsyona edaletê ya meclîsê derbas bû.

Pêkanîna qanûnê yekser bi rêvebirina Rêber Apo pêkan e

Di nava vê qanûnê de şaşitî û kêmasiyên cidî hene. Pêşniyarên ku di rapora komîsyona meclîsê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hatin kirin, di vê raporê de cih negirtine. Lewma tam bersiv nedaye armancê. Bêyî bikaranîna têgeha Kurd vegotina bêçekbûnê nîşan dide ku pirsgirêk bi rengekî hevgirtî nehatiye nirxandin. Li gel kêmasiyên cidî yên naverokê, têgeh û zimanê hatiye bikaranîn jî ji bo qanûneke bi armanca aştiyê pirsgirêkeke cidî ye. Bêguman ev ziman zimanekî welê ye ku gelê me û Tevgera me nikare qebûl bike.

Tevgera me jî gelê me jî destnîşan kiriye ku eger wê qanûnek bê derxistin û ev pêvajo bê meşandin, ev yek tenê bi mercên karkirinê û jiyanê yê azad ê Rêber Apo dibe. Ev yek jî di her firsendê de bilêv kiriye. Tenê bi mercên azad ê jiyan û karkirinê yê Rêber Apo têkildarî tevgera me dikare gav bê avêtin û bicihanîn. Ev yek bi rêvebirina yekser a Rêber Apo pêkan e. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi mercên karkirin û jiyana azad a Rêber Apo dikare bi pêş ve biçe. Weke Tevgera Azadiyê bi pêşdîtina ku Rêber Apo bibe xwedî mercên azad ên karkirin û jiyanê me hemû gav avêtin. Devlet Bahçelî hîn di roja destpêkê de soza bicihanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo da.

Devlet Bahçelî û rayedarên AKPê diyar dikin ku ev pêvajo polîtîkayeke dewletê ye. Axaftin hemû jî di çarçoveya vê polîtîkayê de têne kirin. Devlet Bahçelî destnîşan kiribû ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de Rêber Apo wê bibe ‘Koordînatorê Siyasîbûnê û Pêvajoya Aştiyê’. Rayedarên dewletê jî ev pêşniyara Devlet Bahçelî qebûl kirin. Lê belê rola ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de pê rabe, di qanûna çarçoveyê de nehatiye diyarkirin. Tenê bi rengekî nediyar hatiye gotin, desteya di bin serokatiya alîkarê serokkomar bê avakirin wê karibe desteyan ava bike. Eger Rêber Apo nikaribe di nava mercên azad ên jiyan û karkirinê de koordînatoriyê ji vê desteyê re bike, gelek xusûsên ku qanûn diyar dike wê pêk neyê.

Rê û rêbazên bicihanîna qanûnê

Lewma rê û rêbazên bicihanîna qanûnê girîng e. Her qanûn, gava ku bi rê û rêbazên rast bi cih hate anîn hingî dikare bikeve meriyetê. Rê, rêbaz, rêvebirin û uslûp girîng e. Ji ber ku ev qanûn bi ferzkirineke yekalî pêk nayê. Di mijareke ewçend girîng de rê û rêbazên afirîner û pêşîvekirinê girîng e. Bi kurtasî, ev qanûn eger zimanê aştiyê esas bê girtin û pratîkbûna wê ji aliyê Rêber Apo ve hate meşandin û rêvebirin, her wiha bi qanûnên demokratîk ên nû yên bêne derxistin were xwedîkirin, hingî dikare bi cih bê anîn.

Qanûnê li ser bingeha demokratîkbûnê pêşîvekirina li qada siyasî ya demokratîk daniye pêşiya xwe. Karê siyasî yê demokratîk tenê bi demokratîkbûna ku azadiya rêxistinbûn û fikrî misoger dike, dikare bê meşandin. Ji ber vê yekê ev qanûna çarçoveyê bêyî derengxistinê divê bi kar û qanûnên li ser esasê demokratîkbûnê bê biserxistin. Weke ku Rêber Apo û hemû hêzên demokratîk destnîşan kir, divê ev qanûn bibe destpêkek. Eger bibe qanûnek ku pêşî li pêşketinên piştre veke, hingî wê rola kok û çarçovebûyînê bi cih bîne.

Tê xwestin ku gerîla bêçek bibe û bê. Eger biçe Tirkiyeyê li ser bingeha azadiya fikrî û rêxistinbûnê nikaribe siyaseta demokratîk bike, eger li ser bingeha rêxistinbûn û gotinên xwe bê sûcdarkirin û were girtin, hingî daketina gerîla ya li deştê li aliyekî, siyasetmedarên ku ji neçarî çûne Ewropayê jî wê nikaribin vegerin. Ev tenê mînakeke şênber e. Bêguman gelek rêyên cuda yên demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd hene.

Ev qanûn destpêkek e. Di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan divê têkoşîna demokratîkbûnê bê pêşvebirin. Lewma divê gelên me û hêzên demokrasiyê hemû ji bo demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Hingî wê qanûna hate derxistin bi rastî jî xwedî rola qanûna çarçoveyê be; wê bibe destpêkek ji bo pêşketinên girîng.”

Etîket: Rêveberiya TevgerêTevgera Azadiya Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

24 TEBAX 2026
Rêveberiya Tevgerê: Divê qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tev li siyaseta demokratîk dike, bê amadekirin

Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi ‘notên’ sexte neyîne

24 TEBAX 2026
Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

22 TEBAX 2026
Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

22 TEBAX 2026
Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

Li cihê bîranîna cangoriyan posterê Ocalan hate daliqandin

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne