Navenda Çanda Mezopotamyayê derbarê qanûna çarçoveyê û gotinên nijadperest a koma Duman li dijî pêvajoyê bi kar anî, daxuyanî da û wiha got: “Kesên ku ji gelê Kurd re dibêje terorîst ew bi xwe li hemberî gelan nijadperestiyê dikin û ne aşîtîxwaz in. Terorîst ew kes in ku ji gelê Kurd re dibêjin terorîst.”
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, li vî welatî şer û pevçûn qediya û serdemeke nû ya têkoşîn û berxwedanê dest pê kir. Di 5ê Tebaxa 2026an de ‘Qanûna Çarçoveyê’ di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Nirxandin û nîqaşên li ser qanûnê berdewam dikin. Lê hinek aliyên ku naxwazin pêvajo pêş ve biçe û demokrasiya rasteqîn pêk were û heta niha li ser xwînê xwe didan axaftin, li ser medyayên dîjîtal gotinên prokavatîf dinivîsînin.
Li ser qanûnên hatine Meclisê û gavên werin avêtin û her wiha li hember êrîş û zimanên nijadperest, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komek ku li dijî pêvajoyê ye hate rexnekirin û wiha got: “Ji me re dibêjin ‘terorîst’ û vê yekê qaşo bi rêya hunerê dikin.”
NÇMê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi rê û rêbazên demokratîk, bi rêya hunera azad, bi pêşengtiya tevgera jinên azad, Kurd hewl didin ji demên berê bêhtir têbikoşin û aşîtiyeke birûmet û mayînde li vî welatî saz bikin û wiha got: “Piştî çend qonaxên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xwe spart zemîna zagonî. Vaye roja îro, bi navê ‘qanûna çarçoveyî’ wê qanûneke nû derkeve ji bo ev şerê ku 50 sal in berdewam dike, bi temamî raweste û têkoşîna demokratîk gav bi gav li pêş bikeve.”
‘Bi rêya hunerê provakasyonê dikin’
NÇMê destnîşan kir ku gelek kêmasiyên qanûnê hene û ev tişt anî ziman: “Ji hêla me ve jî, ji hêla gelek aliyan ve jî tê rexnekirin. Heta vê derê pir normal e. Lê ya ku ne normal e çi ye? Ên ku derdê wan ne aşîtî, demokrasî, çareseriya pirsgirêka Kurd e, heta yên ku Kurd bi tu awayî ne xema wan e, rabûne di ser vê ‘qanûna çarçoveyî’ erîşî gelê Kurd dikin, erîşî nirxên me dikin, zimandirêjiyê dikin. Ev 50 sal in di nav şer de ji me re gotin ‘terorîst’ û rojekî qala aşîtiyê nekirin. Xuya ye dilê wan rehet nebûye, vaye îro em li ser maseya muzakereyê ne, dîsa ji me re dibêjin ‘terorîst’ û vê yekê qaşo bi rêya hunerê dikin. Bi rêya muzîkê dikin. Em bang dikin ji Koma Duman re jî ka we kengî ji bo aşitiyê peyvek got? Ka we kengî ji bo mafên gelan stranek çêkir? Kesên ku ji gelê Kurd re dibejin ‘terorîst’ nijadperestîyê dikin û ne aşîtîxwaz in. Terorîst ew kes in ku ji gelê Kurd re dibêjin terorîst. Kurd gav bi gav nêzî mafê xwe dibin. Kurd gav bi gav vî welatî ber bi aşitî û demokrasiyê ve dibin. Derdê van erîşkaran ne qanûn û hiqûq e. Ev nijadperestên dijberên aşitiyê ne. Erê ev rasterast nijadperestî ye. Ji bo ku Kurd bi zimanê xwe, bi çand û hunera xwe, li ser xaka xwe bi awayekî azad û demokratîk û bi gelên cîranê xwe re di nava aşitiyê de nejîn, dikarin her provakasyonê bikin.”
‘Divê lêborîn bê xwestin’
Di daxuyaniya xwe de NÇMê bang li Koma Dumanê kir ku lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze û wiha got: “Solîstê Koma Dumanê jî yek ji wan provakatoran e. Gotina Pêşiyan a Tirkan heye, ‘Gur ji hewaya dûman hez dike. Xuya ye Duman jî xwe kiriye gur û êrîşî aşitiyê dike. Em bang dikin koma muzîkê ya Duman lêborînê ji gelê Kurd bixwaze û hunera xwe ne ji bo nijadperestîyê ji bo aşitiya civakî bike.”
‘Em ê ji bo aştiyê bistêrin’
NÇMê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Me Kurdan ji bo aşitiyeke bi rûmet berdelên giran dan. Em ê ji bo bîranîna wan berdelan, destûr nadin ku hûn van nirxên me bi vî awayî bi zimandirêjî biçûk bixin. Em ê ji her demê bêhtir ji bo aşitiyê têbikoşin, em ê ji bo aşitiyê bistrên, em ê ji bo aşitiyê li gîtara xwe û tembûra xwe bidin, li ser dikan, li kuçe û kolanan bin.”













