• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Roja 9emîn a mîhrîcanê bi şano, pane û muzîka cîhanî berdewam kir

Bedlîs /AW

8 TEBAX 2026 - 23:26
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê di roja xwe ya 9emîn de bi bernameyeke dewlemend berdewam kir. Di çarçoveya bernameyê de stand-up a Ozcan Ateş, panela kûr a “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” û konsera muzîka cîhanî birêve çûn.

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê meşandin, di roja xwe ya 9emîn de bi çalakiyên dewlemend ên çand, ziman û muzîkê berdewam dike.

Di çarçoveya bernameya nîvro de, hunerhez li Salona Pêşangeha Fuarê hatin cem hev. Di bernameyê de lîstika stand-up a bi navê “Dawiya Dawî” ku ji aliyê lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş ve hat pêşkêşkirin û kêliyên tijî ken û coş dan jiyîn.

Di panela ‘Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî’ de nîqaşên kûr

Piştî bernameya şanoyê, bala mîhrîcanê zivirî ser nîqaşên ziman û wêjeyê. Panela bi sernavê “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” ku moderatoriya wê ji aliyê rêvebira ARSÎSAyê Kezîban Çelebî ve hat kirin. Di panelê de lêkolîner û nivîskaran nirxandinên girîng kirin:

Mecît Sargut bal kişand ser dîroka nivîsandina wêjeya Kurdî û got: “Piştî Şoreşa Fransayê û derketina forma netewe-dewletê, lêkolînên li ser dîroka wêjeyê dest pê kirin. Miletên di nav Osmanî de dijiyan jî dest bi nivîsandina dîroka wêjeya xwe kirin. Cara yekem di derheqê dîroka wêjeya Kurdî de Emîn Fevzî di sala 1921an de pirtûka ‘Edîbanî Kurd’ nivîsî. Her wiha di salên 1860an de jî Mela Mehmûdê Bazîdî berhema ‘Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye’ amade kiribû.”

Mutîllah Dag peywendiya kûr a navbera ziman û wêjeyê analîz kir û got: “Mirov nikare ziman û wêjeyê ji hev bibrîne. Lewra ziman dar e, wêje fêkî û pelên wî ne. Eger ew dar bê pel û fêkî bimîne, dibe dareke hişk. Bingeh ziman e, lê wêje giyan û rihê wî zimanî ye.”

Nizamettîn Ozturk li ser awayên nivîsandinê yên di wêjeya Kurdî de axivî û wiha pê de çû:“Di nav wêjeya me de têgîna ‘maqale’ beramberî ‘gotar’ an ‘qûnçik’ tê bikaranîn ku di navbera wan de cudahî hene. Gotar bi temamî li ser zimanê Kurdî û xebatên zanistî, endezyarî û dahêneriyê lêkolînan çêdike. Divê kesê ku gotarê ava dike akademîsyen an jî pispor be.”

Li perava Gola Wanê şeva muzîkê

Di saetên êvarê de bernameya mîhrîcanê li Qada Çalakiyê ya Beravê bi konsereke mezin a muzîkê berdewam kir. Hunermend Serdar Canan û koma navdar Ardeshir Kamkar Ensemble derketin ser dikê û berhemeyên xwe yên bedew pêşkêşî gel kirin.

Sibê roja dawî ya mîhrîcanê ye

Di çarçoveya mîhrîcanê de sibê di roja dawî de tê payîn ku Koma Amed û hunermend Îlkay Akkaya derkevin ser dikê û dê mîhrîcanê bi konsereke mezin bi dawî bibe.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne