• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dest pê kir: Spasiya weşanxaneyên Kurdî hat kirin

Bîlal Guldem / AW

30 MIJDAR 2024 - 15:05
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dest pê kir. 26 jê weşanxaneyên Kurdî bi giştî 216 weşanxane beşdarî fuarê bûn e. Fuar bi merasîma vekirinê dest pê kir û di axaftinan de ji ber ked û têkoşîna zimanê Kurdî spasiya weşxaneyên Kurdî hat kirin.

Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Mezopotamyayê dest pê kir. Fuarê bi axaftin û merasîma vekirinê dest pê kir. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û gelek kes tev li merasîma vekirinê bûn û axaftin hatin kirin.

Kaya: Yekitiya weşanxaneyên Kurdî pîroz be

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya axivî û diyar kir ku tevî hemû tengezariyên ji ber rewşa aborî jî weşanxeneyên kurdî û weşxaneyên din xwe li ser lingan digirin û weşangeriyê dikin. Kaya anî ziman ku Amed bajarê wan e û divê bi her awayî xwedî li Amedê û dewlemendiyên Amedê derkevin. Kaya bi taybetî spasiya hemû weşanxaneyên Kurd kir û got ku yekitiya di navbera weşanxeyên Kurd de jî kêfxweşiyê dide wan û pîrozbahî li wan kir. Kaya her wiha ji hemû şaredariyan û saziyan daxwaza piştevaniya şahî û çalakiyên wek fuara pirtûkan kir û got ku ew îro di heman demê de şahiya pirtûkan li dar dixin.

‘Pergalek azadîxwaz û demokratîk pêwîst e’

Piştre Hevşaredara Amedê Serra Bucak axivî û spasiya hemû mêvanan û beşdaran kir. Bucak da zanîn ku heke behsa pêvajoyek asayî bê kirin ji bo axa wan meseleya herî muhîm e û got: “Heke îro peşk li fuarên pirtûkan tê xistin an jî heke peşk li liv û tevgerên aboriyê tê xistin, heke peşk li rastiyên civakî tê xistin, helbet zextek siyasî heye û ev dibe sedem. Daxwaza me hemûyan ew e ku li welatê me û li Rojhilata Navîn pergalek azadîxwaz, aştî û demokratîk were avakirin. Divê demildest aştî bê axaftin. Divê demildest hemû rê li ber axaftina aştiyane bên vekirin. Bajarên me bi zextan re rû bi rû dimînin. Ev dibe sedema hemû xitimandina xebatan. Çimkî di vî warî de tecrûbeyên me hene.”

‘Pêdiya me bi fikr û ramanên bê sansur heye’

Serra Bucak anî ziman ku pêdiviya wan bi zanistek nehatibe qedexekirin û sansurkirin heye û wiha got: “Divê ev zanist li civakê were belavkirin. Divê di nava civakê de bê kolektîfkirin û azad were belavkirin. Pêdiviya me erdnîgariyek ku fikr û raman lê neyên sansurkirin heye.”

‘Di sala 2025an de em ê fuarê li dar bixin’

Serra Bucak diyar kir ku pirtûk civakan tînin ba hev û rê li ber ronakbîriya civakî vedike. Bucak da zanîn ku ew jî wek Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan ji bo bajarên xwe hêvî dikin ku fuarên mezintir û baştir bên lidarxistin û xelkê herêmê dikaribin veguhezînin fuaran. Bucak destnîşan kir ku ew ê sala pêşiya me di mijdara 2025an de wek Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan pêşengiya vê fuarê bikin. Bucak anî ziman ku di 8 salan de qeyûman gelek rûxandinên mezin li pey xwe hiştine û ew niha hewl didin kirinên qeyûman û rûxandinên wan rast bikin. Bucak destnîşan kir ku Pirtûkxaneya Mehmet Uzun a li Parka Sumerê di serdema qeyûman de bêxwedî hatiye hiştin û hatiye asta nebikaranînê.

Ked û hewldanên weşanxaneyên Kurdî

Serra Bucak destnîşan kir ku pirtûk û zanist rê li ber pêşketinên zimanan vedikin û got: “Em di vê çarçoveyê de weşanxeneyên kurd û kurdî weşangeriyê dikin pîroz û silav dikim. Weşanxeyên Kurd tevî hemû bêderfetiyan jî diafirînin û ji bo pêşketina Kurdî xebatan dikin. Em hêvî dikin ku wê weşanxaneyên Kurd hewldan û têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bidomînin.”

Ewilî serdana weşanxaneyên Kurdî hat kirin

Piştî axaftinan kurdele hat birîn. Şandeya hevşaredaran, DTSOyê û TUYAPê ewilî serdana weşanxeyên Kurdî kirin û li standên wan geriyan. Şandeyê paşê jî li tevahiya fuarê geriya û pêşengehê li weşxaneyan pîroz kir.

216 weşanxane beşdarî fuarê bûn e

Fuar wê ji 30yê Mijdarê heta 8ê Kanûnê berdewam bike. 26 jê weşanxenyên Kurdî bi giştî 216 weşanxane beşdarî fuarê bûn e. Di van 9 rojan de dê nivîskarên Kurd jî di nav de bi sedan nivîskar li standên weşanxaneyan pirtûkên xwe îmze bikin.

 

Etîket: BucakDTSOfuarMehmet KayaMezopotamyapirtûkSerra
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

30 TÎRMEH 2026
DTSO: Mûçeyê herî kêm ê herêmî dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

DTSO: Mûçeyê herî kêm ê herêmî dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

28 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Nevîn Îl hat veşartin: Em ê xwedî li keda wê derkevin

Cenazeyê Nevîn Îl hat veşartin: Em ê xwedî li keda wê derkevin

7 TÎRMEH 2026
Karsaz Nevîn Îl jiyana xwe ji dest da

Karsaz Nevîn Îl jiyana xwe ji dest da

6 TÎRMEH 2026
Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

Li Mêrdînê rojên pirtûkan dest pê kir

5 HEZÎRAN 2026
Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne