Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ji dûh ve di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin, piştî dengdayina endamên komîsyonê yên partiyên siyasî, di komîsyonê de derbasbû û ji Desteya Giştî ya Meclise re hat şandin.
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Qanûna çarçoveyî ji dûh seat 15:30an de destpêkir 18 seatan berdewam dike. Civîna komîsyonê li ser nirxandina xalên qanûna çarçoveyî berdewam dike.
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ku li ser xalên qanûnê axivî bi lêv kir ku ew di serdemeke avakirina hiqûqê ku maf di zemîna demokrasiyê de bên muzakerekirin de ne û got: “Dema em vê dikin divê em peşbirka êşan nekin û êşan jî paşguh nêkin. Aştî bi peşbirka êşan nabe. Heta em daxwaza azadî û wekhevî gelê Kurd fehm nekin, aştî nikarê pêk were. Her wiha heta em fehm nekin şer di civaka Tirkiyeyê de bê aramiyeke çawa ava kiriye, dê aştî civakî nebe.”
‘Divê mudaxeleya yekem a qanûnî rast be pênasekirin’
Serhat Eren bal kişand ser xala 9an a qanûnê û wiha pê dê çû: “Di xal de dibêje yên dixwazin ji qanûn sûd bigirin divê di nava 6 mehan de serîledanê bikin. Lê ew dem kin ê û divê ew kes haydar nebe, derbarê wî de lêpirsîn hebe jî di rewşeke wisa de dê nekare vê qanûnê sûd bigire. Ji bo wê jî dema 6 mehan divê piştî ku ew kes haydar bû ku derbarê wî de lêpirsîn heye dest pê bike. Her wiha divê derfet bên avakirin ku dema 6 mehan bê dirêjkirin. Qanûna Çarçoveyî mudaxeleya yêkêm a qanûnî ye. Ji bo wê jî divê ew mudaxeleya yekem rast pênase bikin û ji ber berdewamiyê pirsgirêk dernekevin. Derfeteke dîrokî pêş me ye. Werin em vê derfetê mezin bikin.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî gotinên parlamenterên li dijî DEM Partiyê û pêvajoyê da û got ku aştî dê bi hemû kesan re serfiraziyê bîne.
Piştî axaftinan pêşniyar qanûn hat xwendin û ji bo deng dayînê, ji parlamenteran re hat peşkeşkirin. Di encama dengdayînê de Qanûna Çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê derbas bû.
Tê payîn ku dê qanûn piştî 48 saatan ji Desteya Giştî ya Meclisê re were şandin.












