Parlamenterê Stenbolê yê EMEPê Îskender Bayhan bi lêv kir ku heta Kurd weke netewe neyên qebûlkirin û mafên demokratîk neyên naskirin hinceta serekeya qanûnê dê berhewa bibe û got: “Heta em mafên wekhev nasnekin em nikarin bigihêjin cihekî.”
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civînê bûn. Civîn bi axaftinên li ser xal û naveroka qanûna çarçoveyî berdewam dike. Endamên komîsyonê li ser xalên qanûna çarçoveyî nirxandinan dikin.
Parlamenterê EMEPê yê Stenbolê Îskender Bayhan bi lêv kir ku Kurd neteweyeke û wiha axivî: “Redkirina vê yekê binpêkirina mafê netewebûnê ye. Divê teror ne di çarçoveya ewlehiyê de lê di çarçoveya binpêkirina mafê netewebûnê de were nirxandin. Heta hûn Kurdan weke netewe qebûl nekin û mafê wan ên demokratîk nasnekin hinceta sereke ya vê qanûnê dê berhewa bibe. Emperyalîst dixwazin ew newekhevî hertim hebe. Naxwazin netewe xwedî mafên wekhev bin. Heta em mafên wekhev nasnekin em nikarin bigihêjin cihekî.”
‘Efûyeke giştî piştgiriya pêvajoyê dike’
Îskender Bayhan destnîşan kir ku di qanûn de cih nehatiye dayin ka biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dê çawa pêk werin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo bicihanîna van biryaran hewcehî bi qanûnan jî tune ye. Çima çavekî sêyemîn ku ji sendîkayan pêktê ji bo şopandinê nayê avakirin û hertim dewletê ve sînordar dimîne. Çima Komîsyona Meclisê çavderiyê dike lê burokrasiya Qesrê û burokrasiya bi çek cih digire. Ji bilî sûcên li dijî mirovî û zarok û jinan efûyeke giştî piştgiriyê dide pêvajoyê. Lê pêvçûnên li ser desthilatiyê vê yekê asteng dike. Divê bawerî bê mîsogerkirin. Qedexeya siyasetê nayê fehmkirin. we gotiye 5 sal an 10 sal nikarin siyasetê bikin ew nayê qebûlkirin. Weke partiya me em dibêjin divê protokoleke ku herdu alî li hev dikin û çek tên berdan divê pêk were. Divê li dijî ji pêşnûme qanûneke ku herdu alî li ser protokolekê li hev dikin re derkevin. Em ê di Desteya Giştî de jî di vê helwestê de bin.”













