Roja 8emîn a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi konserên hunermendan berdewam kir. Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel di mîhrîcanê de axivî, bal kişand ser qanûna çarçoveyê û got: “Ji bo ku em hemû destkeftiyên xwe biparêzin û li hemberî polîtîkayên şerê taybet bisekinin, divê em zêdetir xwe rêxistin bikin.”
58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê lidarxistin, di roja 8emîn de bi bernameyeke dewlemend berdewam kir. Roja 8emîn bi serdana Golên Kraterê yên Nemrûdê, panela bi sernavê “Dîrok, ziman û wêjeya Kurdî” û bi derketina Koma Erbaneyê ya KASEDê, Tîma Govendê ya Jinan a Arjînê û hunermend Mizgîn Tûran û Tara Mamedova berdewam kir. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî beşdarî mîhrîcanê bû.
‘Hemû destkeftiyên me bi rêya têkoşîna me çêbûn’
Sebahat Tuncel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser guherînên siyasî yên dawiyê û ked û têkoşîna salan û got: “Me pêvajoyên gelekî dijwar derbas kirin û êşên mezin kişandin. Lê belê niha em li Tirkiyeyê şikestineke siyasî dijîn. Her çend ne bes be jî, niha qanûneke çarçoveyê heye. Di vê qanûnê de gelek kêmasî hene, lê dîsa jî bi rêya têkoşîna 52 salan a tevgera Kurd destkeftiyên heyî tê de hene. Em ji vir careke din silavan ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Îro destpêkek heye, bi dawîanîna pêkanînên kêfî yên li Tirkiyeyê destkeftiyeke mezin e. Ji bo me girîng e ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên 100 salan vala bên derxistin. Di pêvajoya pêşiya me de divê em hê bêtir xwe rêxistin bikin.”
‘Rola pêşengiyê ya ji bo aştî û siyasetê di destê jinan de ye’
Sebahat Tuncel destnîşan kir ku divê li hemberî polîtîkayên şerê taybet û sîstema zilamserdest têkoşîn bê bilindkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro li dijî polîtîkayên şerê taybet ku heta nav me hatine reşandin, em ê paşerojeke azad ava bikin. Em ê sîstema ku ciwan xwe tê de rêxistin bikin bi hev re ava bikin. Dewletê ciwan ji siyasetê dûr xistin û avêtin nav pencên şerê taybet, em ê vê yekê ji holê rakin. Em vê rojê diyarî wan jinan dikin ku jiyanê berdewam dikin. Wek jin em xwedî li keda xwe derdikevin; ji ber vê yekê ye ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê belav bûye. Rola pêşengiyê ya ji bo aştî û siyasetê di destê jinan de ye.”
Mîhrîcan bi stran û gerandona govendê bi dawî bû.
Di bernameya sibê de Shanoya Bajar a Amedê, Serdar Canan û Koma Kamkars dê derkevin ser dikê.




















