Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek ê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin, hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve tê meşandin de, di 4ê Tebaxê de 16 gumanbar bi îdiayên “avakirina rêxistina sûcê ”, “endamtiya rêxistina sûcê”, “rişwet”, “destdirêjiya li ser malê gel /îrtîqap”, “çêkirina belgeyên neqanûnî”, “xerabkariya peywirê” û “sedema qirêjiya îmarê” ji aliyê tîmên cendirmeyan ve hatibûn binçavkirin.
16 gumanbarên ku Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û cîgirên şaredar jî di nav de, piştî karên îfadeyê yên li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Îzmîrê sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin. Ji gumanbarên ku anîn Edliyeya Îzmîrê, piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulhê hatin kirin. 10 kesên ku Serokê Şaredariya Menderesê Îlkay Çiçek jî di nav de hatin girtin û 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.













