• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di roja 8emîn a mîhrîcanê de panela ‘Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî’ hat lidarxistin

Bedlîs / AW

7 TEBAX 2026 - 19:24
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja xwe ya 8emîn de bi serdana Golên Kraterê yên Nemrûdê û panela “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” berdewam kir. Di panelê de dîroka wêjeya Kurdî, romana Kurdî, muzîk û girîngiya çîrokan hatin nirxandin.

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê lidarxistin, di roja xwe ya 8emîn de bi bernameyên çandî berdewam dike. Bernameya rojê bi panela bi navê “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” dest pê kir. Moderetorê panelê ji aliyê Ahmed Tamîr ve hat kirin. Di panelê de Leylana Sidîq, Dîba Keskîn, Mîrza Mihemedê Şêrwî û Weysî Varli wek axêver tevlî panelê bûn. Di panlê de pankarta “dîrok ziman û wejeya kurdî” hat vekirin û gelek nivîskar û welatî tevlî panelê bûn.

‘Meqûlî me dibe ji Ayê heta Byê, lê xeyal me dibe her derê’

Nivîskar Leylana Sidîq serboriya romana Kurdî nirxand û bang li her kesî kir ku fikr û xeyalên xwe binivîsin û got: “Asta me ya perwerdeyê çi dibe bibe, divê em binivîsin. Divê kes nebêje ‘ez nikarim binivîsim’. Bila her kes xeyal û jiyana xwe bîne ser kaxezê. Divê em xeyalên xwe biçûk negirin û li hember jiyanê tim meraqdar bin. Mantıq û meqûlî dikare me ji Ayê bibe Byê, lê xeyal dikare me bibe her derê. Divê em bi dilê xwe li jiyanê binêrin.”

‘Muzîk û çanda gelekî nîşana hebûna wî ye’

Nivîskar Veysî Varli ku li ser deng û tîpên Kurdî xebatan dimeşîne, bal kişand ser muzîka Kurdî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Muzîk peyveke Yewnanî ye, gava tiştek hebe divê navê wî jî hebe. Li Kurdistanê navê muzîkê ‘Lur’ e. Di nav muzîkê de şer, aştî û coş heye. Gel her bi muzîk û çanda xwe heye. Îro ciwan muzîka biyanî diparêzin lê tiştekî Kurdî nagirin dest. Çanda Kurdî çandeke devkî ye û ev tişt naye înkarkirin.”

‘Çîrokên ku dayikên me digotin bûn pira navbera nifşan’

Dîba Keskîn jî li ser girîngiya çîrokên Kurdî nivîskar axivî û bal kişand ser rola jinan a di afirandina çandê de û wiha got: “Çanda Kurdî devkî ye û piraniya wê ji aliyê jinan ve hatine afirandin. Em gava biçûk bûn bi çîrokên ku dayikên me ji me re digotin mezin bûn. Me her kêliya jiyanê bi xêra van çîrokan fêr bû û ev ji bo me bû perwerdeyek. Ev çîrok bûn pira navbera nifşan. Wêje, çand û muzîk koka gelan e. Em Kurd di vê mijarê de hinekî dereng hişyar bûn da ku xwedî li çanda xwe derkevin.”

Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne