Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de Ferat Yetîşsîn û Hur Agbaba yên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya “Di îhaleyê gendelî hatiye kirin” derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dihat meşandin de, karên li emniyetê yên Ferat Yetîşsîn û Hur Agbaba yê birayê Parlamenterê Meletiyê yê Yenî Partiyê Velî Agbaba qediyan.
Piştî karên li emniyetê Ferat Yetîşsîn û Hur Agbaba sewqî edliyeyê hatin kirin û ji aliyê Dadgeriya Sulh Cezayê ya nobedar ve hatin girtin.













