• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên windayan ji bo Tahîr Elçî edalet xwestin

Navenda Nûçeyan / AW

30 MIJDAR 2024 - 14:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Xizmên windayan û rêveberên ÎHDê li 3 bajaran ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakî li dar xistin. Xizmên windayan di çalakiyê de ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û Şevket Epozdemîr edalet xwestin.

Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de ji bo Tahîr Elçî û Şevket Epozdemîr edalet xwestin.

Amed

Xizmên windayan û rêveberên şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 825an de dîsa çalakiya “Bila winda bêne dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên windayan vê hefteyê li kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28ê Mijdara 2015an de li ber mînareya çarling hat kuştin û parêzer Şevket Epozdemîr ê di 25ê Mijdara 1993an de hat kuştin pirsîn. Xizmên windiyan xwest kujerên wan bên dîtin û darizandin û ji bo wan edalet xwestin. Xizmen windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û wêneyên windayan vekirin. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, nûnerên Vaqfa Tahir Elçî û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç li vir axivî û wiha got: “Hem Şevket Epozdemîr û hem ji Tahir Elçî parazvanên mafên mirovan bûn. Lê ne tenê parazvanên mafên mirovan bûn. Wan heqîqeta Kurdistanê fam kiribû û kesayetên entelektuell bûn. Ji ber vê nasnameyê hatin kuştin. Em ê şopdarên tekoşîna wan bin.”

Bîrdal. Em ê vê hafizayê ji bîr nekin

Serokê rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal jî li vir awivî û wiha got: “Ew ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd û ji bo jiyana hevpar a gelan têdikoşiyan. Em ê vê hafizayê ji bîr nekin.”

Serokê Wafqa Tahir Elçî Mahsun Bati jî anî ziman ku wan têkoşîna Tahîr Elçî û Şevket Epozdemîr dewir girtiye û wiha got: “Heta edalet cihê xwe bibîne em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Xizmên windayan vê hefteyê ji bo Şevket Epozdemîr ê di 25ê Mijdara 1993an de hat kuştin û ji bo Tahir Elçî yê di 28ê Mijdara 2015an de hat kuştin edalet xwestin.

Êlih

Li Êlihê jî ÎHD û Xizmên Windayan di hefteya 661’î de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl tevli çalakiyê bûn. Vê heftê Xizmên Windayan bal kişand ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî.

Çîroka qetilkirina Tahîr Elçî ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay ve hat xwendin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 151’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi daxwaza pêk anîna edaletê hat kirin.

Endama Şaxa ÎHD’ê Pinar Zengîn ku metna daxuyaniyê xwend çîroka Tahîr Elçî parve kir. Pinar Zengîn da zanîn ku her çend bersûcên doza Tahîr Elçî beraat bibin jî dê têkoşîn bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê di her şert û mercî de li her qadê têkoşîna xwe ya rûmeta mirovahiyê bidomînin. Li dijî polîtîkaya bêcezakirinê ya di doza Tahîr Elçî de dengê xwe bilind bikin. Bila heqîqeta doza Tahîr Elçî derkeve holê û berpirsyar li pêşberî dadgeriyeke adilane bên darizandin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: Akin BîrdanAmedÊlihÎHDŞevket EpozdemîrTahir ElçîXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne