• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire

Enqere / AW

6 TEBAX 2026 - 12:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye û got: “Birêz Ocalan aktorê serekê yê vê pêvajoyê ye. Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire, şert û mercên wî jî li gor vê bên sererastkirin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî qanûna çarçoveyî li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî destpêkeke girîng e û wiha got: “Ew qanûn ji bo 86 milyonan pir girîng bû. Ew îmza ji bo pêşeroja me xwedî wate bû. Em jî dibêjin ji bo kesên ji bo jiyaneke hevpar têdikoşin, bi xêr be. Em hemû kesên berdelên mezin danê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dest bi serdemeke dîrokî dikin. Di sedsala 2emîn a komarê de em di pêvajoyeke ku bi hev re avakirinê de ne. Divê em têkoşîna hevpar mezintir bikin. Bi vê qanûnê deriyê aştî û demokrasiyê û avakirinê hat vekirin. Helbet kemasiyên wê hene. Lê ji bo derfetên erênî destpêkek e. Ew qanûn helbet pirsgirêka Kurd çareser nake, ew giredayî têkoşîna me ye, lê deriyekî vedike.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê be mezinkirin û wiha pê dê çû: “Ew qanûn di encama müzakere û hevdîtinên demdirêj de pêkhat. Em hemû kesên piştgiriya vê qanûnê dikin re spas dikin. Ew qanûn ji bo vegera welat jî deriyekî vedike. Cara yekem pirsgirêk bi qanûnan tê destgirtin. Me jî pêşniyar kiribû ku ji bo şopandinê lîjne werin avakirin. Di qanûnê de pêşbîniya lîjneyan jî girîng bû. Avakirina lijneyeke li meclise pir girîng e. Ew berpirsyariya hemû partiyên siyasî ye. Bi dawîbûna serdema çekan, demokratîkbûyinê hewce dike. Derfeta, ji bo mafê zimanê dayike, mafê xwe îfadekirinê zemîneke demokratîk vedike.”

‘Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigirê’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Dikare bibe mifteyek’ bi bîr xist û wiha axivî: “Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire û şert û mercên wî jî li gor vê bên sererastkirin. ji bo pêşvêçûna pêvajoyê û ji holê rabûna xetereyan ew yek pir girîng e. Divê em hemû şert û mercên aştiyê bi hev re ava bikin. Em qala pêşerojeke hevpar dikin. Divê em vê derfetê baş bikarbînin. Em bi vê cidiyetê nêz dibin û divê hemû kes jî li gor vê cidiyete nêz bibin. Deriyek nû vedibe, divê em bi hev re di vî derî de derbas bibin. Divê em dev jî zimanê dijber û dijmantiyê berdin û zimanekî aştiyanê bi kar bînin. Di serî de desthilat û hemû partî jî zimanekî aştiyanê bi kar bînin.”

Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran jî diyar kir nediyar e ku dê endamên rêxistinê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegerin a na. Her wiha Ayşegul Dogan li ser pirsa rola Herêma Federe ya Başurê Kurdistanê jî diyar kir ku rola rêveberiya Herêma Federê ya Başurê Kurdistanê heta niha pir girîng bûye û erênî nêz bûye. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku li gor qanûna çarçoveyî, divê girtiyên siyasî ben berdan û got ku jixwe beriya vê qanûnê jî girtiyên siyasî yên derbarê wan de biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) hene, bên berdan.

Etîket: Ayşegul DoganDEM Partîkoordinasyonlijneqanûna çarçoveyîRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne