DEM Partiyê qanûna çarçoveyî ku tê çaverêkirin îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê be kirin, îmze kir.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, Rêveberiya Koma DEM Partiyê û endamên Komîsyona Meclisê, qanûna çarçoveyî ya navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” lê hatiye kirin îmze kir. Tê payîn ku pêşnûme îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin. Qanûn beriya niha ji aliyê Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û parlamenterên AKPê û MHPê ve hatibû îmzekirin.
Her wiha Amîrê Îdareyê yê Komê, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Endamên Komîsyona Edaletê ya Meclisê, endamên Komîsyona Meclisê ya ji bo pêvajoyê hatibû sazkirin, pêşnûmeyê îmze kirin e.














