• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KCK: Divê ewil şertên azad ava bikin

Navenda Nûçeyan /AW

13 SIBAT 2025 - 11:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
KCKê têkildarî banga îktîdarê ya “çekan berdin” got: “Ji bo bangên bi vî rengî cihê xwe bibînin divê ewil şert û mercên xebateke azad, pêwendiyên azad û jiyaneke azad ên Rêber Apo bên avakirin.”

Di 15ê Sibata 1999an de bi hêzên navdewletî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Di salvegera komployê de nîqaşê li ser çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di rojevê de ne. Tê payin ku têkildarî çareseriyê di rojên pêş de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bangekî dîrokî bike.

PKKê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Daxuyaniya tê payin Rêber Apo bide dê pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Her tişt dê bi daxuyaniyekê nebe û her tiştekî tenê dê Rêber Apo neke. Çawa ku pirsgirêk a me tevan e, peywir jî ya me tevan e.”

KCKê jî bi boneya salvegera komployê daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya ANFê; KCKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nîqaşên ser pêvajoya nû û banga îktîdarê ya “çekan berdin.”

Di daxuyaniyê de 15ê Sibatê weke “Roja Reş” hat pênasekirin û wiha hate gotin: “Di rewşa heyî de divê em êdî vê roja reş, vê roja qirkirinê bikin roja azadî û xilasiyê. Hewl û lêgerîna çareseriyê ya Rêber Apo jî ku tevî şert mercên tecrîdê hewl dide ji nû ve pêş bixe, li ser vê bingehê ye.”

Bi domdarî hate gotin ku di sedsala 20an de mafên ziman, çand û nasnameyê yên gelê Kurd tune hatine hesibandin û wiha domiya: “Di qonaxa heyî de siyaseta înkar tunekirin û qirkirinê têk çûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îktîdarên di siyaseta înkarê de israr dikin bi ser neketine û wiha domiya: “Eger hikûmeta AKPê nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kurdan li ser bingehê demokrasiyê neguherîne, wê heman aqûbet were serê wê jî. Ji ber ku di pêşbirka dijminahiya li hemberî Kurdan de, hikûmeta herî tund, bû hikûmeta AKPê. Bû hikûmeta ku herî zêde dijminahiya li hemberî Kurdan di nava Tirkiyeyê de û li derveyî Tirkiyeyê mezin kir.”

‘Divê şertên jiyana azad bên avakirin’

Di berdewamê de KCKê got; “Doza Rêber Apo doza sedsalê ye û çareseriya wê jî dê çareseriya sedsalê be” û hat diyarkirin ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Di daxuyaniyê de KCKê bal kişand ser hevdîtinên li Girtîgeha Îmraliyê û banga îktîdarê ya “çekan berdin” û wiha hate gotin: “Herî dawî di navbera Rêber Apo û şandeya DEM Partiyê de hevdîtinek çêbû. Dîsa hikûmet bang li Rêbertiya me dike ku çekan berde û rêxistinê belav bike. Lê belê di şert û mercên xebat û jiyanê de ji bo Rêber Apo guhertinekî biçûk jî nayê kirin. Ji bo ku bersiva van bangên li Rêbertî û Tevgera me tên kirin were dayîn, destpêkê divê şert û mercên xebata azad, ragihandina azad û jiyana azad ji bo Rêber Apo bên afirandin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Her wiha KCKê bal kişand ser girtin û binçavkirina hunermend, rojnameger û siyasetmedaran û tayînkirina qeyûman. KCKê, got: “Evane hemû bêsamîmiyeta AKPê radixe ber çavan. Her kesê ku di nava bendewariyê de ye, divê destpêkê bang li hikûmeta AKP’ê bike ku bi samîmî tevbigere û ji bo pêşketineke wiha jî çêbibe, pratîkeke xurt raber bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne