Li Almanyayê malbateke Kurd bêyî sê zarokên xwe hat dersînorkirin. Piştî dersînorkirina dê û bav, sê zarokên wan li Almanyayê di bin parastina Saziya Xizmeta Ciwanan de man. Civata Penaberan a Hessenê ev bûyer weke “sosret” bi nav kir.
Li Almanyayê jin û mêrekî Kurd ên penaber bêyî sê zarokên xwe ji bo Tirkiyeyê hatin dersînorkirin. Zarokên ku temenê wan 5 mehî, salek û nîv û 3 salî ne, li Almanyayê di bin parastina dewletê de hatin hiştin. Navê zarokan, dê û bav nehat zanîn. Civata Penaberan a Bajarê Hessenê hişyarî da ku ev biryar dibe sedema veqetîna daîmî ya malbatê.
Li gorî agahiyên Saziya Xizmeta Ciwanan , di meha Sibatê de mafê welayeta zarokan bi awayekî demkî ji dê û bav hatibû stendin û ji bo wan wasiyek hatibû tayînkirin. Di dawiya meha Hezîranê de jî zarok bi hinceta ku “hewcedariya wan bi parastinê heye”, ji cem malbatê hatin wergirtin û di saziyên bin çavdêriya dewletê de hatin bicihkirin.
Civata Penaberan a Hessenê diyar kir ku ev tedbîr ne biryareke daîmî bû. Armanc ew bû ku di vê pêvajoyê de dê û bav bi rêya bernameyên piştgiriyê şert û mercên xwe baştir bikin û di dawiyê de zarok vegerin nav malbatê.
Civatê bal kişand ser vê xalê ku ev encama giran ne ji biryara Dadgeha Malbatê an jî Saziya Xizmeta Ciwanan, lê ji ber biryara îdarî ya saziyên berpirsiyarên dersînorkirinê çêbûye.
Scherenberg: Ev biryar sosret e
Serokê Giştî yê Civata Penaberan a Hessenê, Timmo Scherenberg, ev bûyer bi tundî rexne kir û wiha got: “Rewşeke wiha bi rêya dersînorkirinê, di rastiya xwe de sosreteke mezin e.” Scherenberg diyar kir ku piştî dersînorkirina dê û bav, vegera zarokan ji bo nav malbatê hema hema ne pêkan e û wiha axivî: “Piştî ku dê û bav ji welat hatin dûrxistin, Saziya Xizmeta Ciwanan dê çawa binirxîne ka di helwestê wan de başbûn çêbûye an na? Gava dê û bav êdî li Almanyayê nebin û hevdîtinên di bin kontrolê de neyên kirin, nirxandineke wiha bi pratîkî ne pêkan e.”
Qedexeya ketina Almanyayê
Her wiha hat diyarkirin ku ji bo dê û bavê ku hatine dersînorkirin qedexeya ketina Almanyayê heye. Ji ber vê yekê, vegera wan a ji bo Almanyayê ne pêkan e. Ji aliyê din ve, heta ku Saziya Xizmeta Ciwanan nirxandineke nû neke, zarok jî nikarin bi tenê serê xwe vegerin ba dê û bavê xwe.













