Bedlîs- Şanoger Abdullah Tarhan û Çîçek Tekdemîr ku tev li Mîhrîcana Tetwanê bûn li ser şanoya Kurdî nirxandin kirin û diyar kirin ku şanoya Kurdî di şert û mercên zehmet de hewl dide pêşbikeve û wiha gotin: “Bangawaziya me ew e ku her kes xwedî li çand, nirx û zimanê xwe derkeve.”
Di roja 2yemîn a 58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê de Şanoya Arsen Pladovê ya Navenda Çandê ya Biharê (BKM) ji bo zarokan şanoyek pêşkêş kir. Şanoya Arsen Pladovê bi bernamyeke bi dirûşma ‘Her zarokek gulek her gundek lîstikek’ armanc dikin ku li Bakurê Kurdistanê gund bi gund bigerin û şanoyê bi zarokên Kurd bidin nasîn. Şano bi vê bernameya xwe armanc dike ku di nav zarokan de pêş li bişaftina ziman bigire û bala zarokan bi rêya hunerê bikişîne ser zimanê dayikê.
Lîstikvanên şanoyê Abdulah Tarhan ku 26 sal in hem şanoyan dinivîse hem jî listikvaniyê dike û Çîçek Tekdemîr (Gula Heskîfê) ku 20 sal in li Navenda Çandê ya Biharê hem şanogeriyê dike hem jî stranan dibêje, derbarê rewşa şanoya Kurdî ya gelemperî, pirsgirêkên ku şanoya Kurdî pê re rûbirû dimînin, armanc û hedefên bernameya ‘Her zarokek gulek her gundek lîstikek’ê de ji Ajansa Welat re nirxandin kirin.
‘Sal bi sal xwezî bi par’
Şanoger Abdullah Tarhan derbarê rewşa şanoya Kurdî de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku dema behsa şanoya Kurdî dibe gotina pêşiyan a ‘Sal bi sal, xwezî bi par’ tê bîra mirov û ev yek gotin: “Îro dinya tê li vê erdnigariya me û ji vê çanda me ya kevnar ji bo afirandina filman, belgefilman, şanoyan, pirtûk û çîrokan sûdwerdigire. Mixabin li Kurdistanê em xwedî li vê çandê, taybetî jî li şanoyê dernakevin. Demekê çanda me gihişt asteke ku em bêjin reng û rûyê şanoyê lêket lê îro me şanoya Kurdî xiste nav çar dîwaran. Kengî me şanoya Kurdan xiste nav çar dîwaran wê demê jiyana resen a Kurdî, temaşekirina şano û şanovanan me bi bîr ve kir. Şano bê pîvan e, divê li her taxê, li her kuçeyê, li her parkê û di her niqaşê de hebe. Ji ber ku di ruhê Kurdan de şanogertiyeke xwezayî heye. Dema mirov vê hinekî formûle bike û bîne asta şanoyê wê bêhtir xweşikbûn û bedewbûna bi hezar salan hatî binpêkirin derkeve holê. Lê mixabin tu hewldanên me tunenen ku em vê derxin holê.”
‘Çi dibe bila bibe em ê şanoya Kurdî bigihînin astekî’

Abdullah Tarhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zor û zehmetiyên ku şanoya Kurdî pê re rûbirû dimîne û nêzikatiya Kurdan a li hember şanoyê û wiha pê de çû: “Ji ber bê derfetiyê cil û bergên şanoyê, me bi alikariya malbatên xwe afirandin. Bi dehan sazî, pîşesazî û dezgehên me hene lê dema şano bê lidarxistin em tu kesî li derdora xwe nabînin. Xwezî lê xwedî derketibana, bihatana temaşe û guhdar kiribana. Heke hûn vê çand û hunerê kor bikin wekî ku îro me dîtî zarok dê ji zimanê xwe dûr bikevin. Ger em van lîstikan bi pêş nexin, em neçin kûçe û kolanan, dê pişta me bitewe. Ev nirx, civak, çanda qedîm û pîroz dê bê bişaftin û bihele. Wekî rût û tazî maye, kesek xwedî lê dernakeve. Rexne û kêmasiya herî giran ev e. Bangawaziya min jî ev e ku her kes xwedî li çand, nirx û zimanê xwe derkevin. Her çi dibe bila bibe, em xwedî biryar in ku em şanoya Kurdî bigihînin astekê.”
‘Divê zarok huner û zimanê xwe bizanin û xwe binasin’
Şanoger Çîçek Tekdemîr ji ber ku ji bo zarokan îro şanoyek pêşkêşkirîne kêfxweşî û bextewariya xwe anî ziman û ev yek anîn ziman: “Em îro bi vê lîstokê gelek kêfxweş bûn. Demên borî hem ji bo zaroka hem jî ji bo raya giştî, taybetî kesên ku nikarin xwe bigihînin dikên şanoyê em diçûn gundan. Par em wekî ‘şanoya kuçeyan’ mîhrîcana Tetwanê bûn, îsal me got em ji bo zarokan jî lîstokekî biafirînin. Ji ber ku em dibêjin zarok pêşeroj in. Dema em zarokên îro dinêrin aliyê ziman û xwe naskirinê de qels mane. Îro bi taybetî zarokên bajarî ji ajalan ditirsin, wan nas nakin. Ji xwezayê dûrketine. Ji ber vê me taybetî bi vê lîstikê xwest ajalan jî bi zarokan bidin nasîn û vê xeribiya di navbera wan de li holê rakin. Em dixwazin zarok bi çand û zimanê xwe bijîn. Huner û ziman ji zarokatiyê dest pê dike. Armanca me ya yekem ew e ku zarok bi çand, huner û zimanê xwe bizanin û xwe binasin.”
Xwedî derketina li ziman

Çîçek Tekdemîr bêderfertiyên ku di qada şanoyê de li pêş wan in anî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin ser dikek me ya şanoyê tune ye ku em bikaribin bi awayekî rehet prova bikin. Lîstoka me ya îro danasîna me ya yekemîn bû, bû qismetê Tetwanê. Em jî wek zarokan gelek kêfxweş bûn. Em dixwazin biçin li her kolan, tax, gund û bajaran lê derfetên me tune. Sibê jî ji bo mezinan derbarê ziman de lîstokek me heye. Em her çiqas bibêjin ziman girîng e jî lê ev car car wekî teorî dimîne. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin û em ziman bikin rojeva xwe.”
‘Divê sazî şaredariyên me li çand û hunerê xwedî derkevin’
Çîçek Tekdemîr bal kişand li ser projeya wan a bi navê ‘Her zarokek gulek her gundek lîstokek’ê xwest ku bi alîkariya sazî û dezgehan vê projeya pêk bînin.
Çîçek Tekdemîr da zanîn ku ev mîhrîcan li Tetwanê nebûye dibe ku îro nikaribûn bihatana vir û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber derftên me yên aborî gelek kêm in em nikarin biçin gelek gundan û lîstikên xwe pêşkêşî zarokan bikin. Divê ne tenê di dema mîhrîcanan de wekî din jî em bikaribin biçin gund û taxan. Dibêjin a ‘Yek yek lê dudu palûteyek e’, em vî karî ne tenê ji bo xwe dikin, ji bo civakê dikin. Bangawaziya min ew e ku sazî û şaredariyên me ji çand û hunerê xwedî derkevin.”












