*Şahidê Fermana 2014an Xêro Hebo karesata ku hat serê malbata wî û berxwedana gundê Girzerikê vegot û destnîşan kir ku roja fermanê derveyî Tevgera Azadiyê hemû hêzan ew di nav lepên hovîtiyê de hiştin û anî ziman ku heya civaka Êzidî parastina xwe bi xwe neke, tu hêz nikare aramiya wan misoger bike.
*Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî derbarê ‘Qanûna Çarçoveyê’ de axivîn û destnîşan kirin ku statûya Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xeta sor e û wiha gotin: “Heta şert û mercên xebatê yên azad neyên başkirin, wê serkeftina pêvajoyê jî nepêkan be.”
*Şanoger Abdullah Tarhan û Çîçek Tekdemîr ku tev li Mîhrîcana Tetwanê bûn li ser şanoya Kurdî nirxandin kirin û diyar kirin ku şanoya Kurdî di şert û mercên zehmet de hewl dide pêşbikeve û wiha gotin: “Bangawaziya me ew e ku her kes xwedî li çand, nirx û zimanê xwe derkeve.”
*Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal cara 24emîn tê lidarxistin dê bi çalakiyên cihêreng berdewam bike. (12:00-20:00)
*58 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja sêyemîn de berdewam dike. (13.00 – 22.00)
*Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ku 31ê Tîrmehê dest pê kir dê îro bi konsera Koma Amed bi dawî bibe. (15:00-18:00)
*MEBYADER-EGE bi şîara ’em bi civaka demokratîk siberojên azad ava dikin’ yekemîn kongreya xwe ya asayî li salona dawetê ya Mûmcûyê li dar bixe(13.00)
Kirmanckî
*Kokumanê Dêrsim ra Fadîma Yeşîl, Çarçewaya Festîvala Kultur û Xoza ya Munzurî ya 24. de cayê xo zereyê qomê xo de gêna û wina vana: “Êdî aştî bêra, dirbetê ma weş bê.”








