• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jin li Qamişloyê li dijî komployê daketin qadan

Navenda Nûçeyan /AW

12 SIBAT 2025 - 15:51
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Jinên Kantona Cizîrê li dijî komploya 15ê Sibatê derketin qadan û anîn ziman ku dê bi berxwedana jinan deriyê Îmraliyê bişkînin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya di 15 Sibatê de Kongra Star a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî li hemberî hemû komployan bi ser dikeve” meş û mîtîngek girseyî li bajarê Qamişlo lidar xistin.

Bi hezaran jin ji bajarên Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa, Til Hemîs, Ebû Cirin, Amûdê, Hedadiyê, Şedadê, Ebdan, Til Temir, Mergede, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan, bajarokên Til Koçer û Til Birak berê xwe dan Qamişlo û tevlî meşê bûn. Meş li pêşiya çerxerêya Sîvan a bajarê Qamişlo bi dirûşmeyên “Na Ji Komplo re”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” destpê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, alên Kongra Star hildan. Jin heta Stadyuma Heysem Kiço meşiyan û li vir meş veguherî mitîngek mezin. Piştre jinan ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got: “Rêber Apo ji bo parastina mafê jin gelek ked û têkoşîn da meşandin. Her wiha em li beramberî vê yekê pêwîste xwedî derkevin û Rêberê xwe ji nav çar dîwaran derxînin. Em bi felsefeya Rêber Apo ya ku me kir xwedî nasname, têkoşîn dikin. Dema ev komplo li ser kesayetê Rêber Apo pêk anîn xwestin bi vê yekê îradeya gelê Kurd bi giştî bişkînin. Em ê vê salê ji roja reş wergerînin roja kêfxweşî û azadiyê.”

Piştre jî bi navê Yekîtiya Jinên Suryanan Stêra Mûrad anî ziman ku ew bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihiştin vê asta bilind a serketinê û wiha got: “Em wek jinên Sûriyan di Sûriyeyê de bê maf bûn lê bi hatina Rêber Apo em her kes bi hev re bûn xwişk-bira û jin ji her alî ve bûn xwedî maf. Her wiha ji ber vê yekê dewletên komploger ev komplo li hemberî Rêber Apo pêk anîn, ji bo ku her kesê bê maf û bindest bihêlin. Di dawî de em dibêjin ku em ê jin bi yek destî Rêberê xwe rizgar bikin.”

Di heman çarçoveyê de Koordînsayona Meclisa Jinan Semer Abdullah da zanîn ku di nav vê şoreşê de gelek destkeftî bi saya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatin bidestxistin û got: “Em wek jin ji her alî deyndarê Rêberê xwe ne, ji ber wê jî pêwste em Rêberê xwe rizgar bikin. Rêber Apo ji bo ku gelan azad bike jiyana xwe feda kir em ê jî jiyana xwe ji bo azadiya Rêberê xwe feda bikin. Pêwîste êdî ev sal bibe sala dawî ji komployê re û Rêberê me di nav me de azad bibe.”

Endama Koordinasyona Yekitiya Jinên Ermenî Anahit Kasabiyan diyar kir ku jiyana wan li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşe û got, “Em ê heta dawî têbikoşin da ku Rêber Apo ji zindanê derxînin. Ji ber ku bi saya Rêber Apo hemû netew bûn yek û ferqa wan ji hev nema.”

Bi vê yekê jinan soza têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo da û mitîng bi tilîlî û dirûşmeyên jinan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne